Berhemanîna petrola rojane ya Kerkûkê bo 450 hezar bermîlan tê bilindkirin
Kurdistan 08:39 PM - 2026-10-16
PUKMEDIA
Bîrên Petrolê
Di çarçoveya
stratejiya hikûmet û wezaretê de, Îraq asta berhemanîna petrola Kerkûkê bo 450
hezar bermîlan di rojekê de bilind dike.
Wezîrê petrolê yê
Îraqê Basim Mihemed Xizêr ragihand ku: Wezareta wan plan dike ku berhema petrolê
li çar zeviyên petrolê yên Kerkûkê bo 450 hezar bermîlan di rojekê de bilind
bike.
Li gorî daxuyaniyeke
Wezareta Petrolê, di çarçoveya stratejiya hikûmet û wezaretê de ji bo
pêşvebirina pîşesaziya neft û gazê, rêvebirina xebatên çar zeviyên Kerkûkê,
yanî Kerkûk, Bay Hesen, Xebaz û Cembûr, ji Kompaniya Petrola Bakur û Kompaniya
Gaza Bakur veguherî desteya rêveberiya hevpar a wan zeviyan.
Wezîrê Petrolê da
xuyakirin ku "Kompaniya BP (British Petroleum) hevparêkî stratejîk e di
warê veberhênana neft û gazê de, û xebatên bi ruhê tîmeke yekgirtî re ligel vê
kompaniyê dê bibin alîkar ji bo çareserkirina astengî û pirsgirêkên li pêşiya
projeyê."
Li gorî daxuyaniyê,
proje ligel kompaniya Brîtanî ne tenê di warê berhemanîn û veberhênana neft û
gazê de sînordar e, belkû di qonaxa pêşerojê de perwerdekirina kadroyên
wezaretê, veguhestina pisporî û teknolojiyê, û her wiha avakirina binesaziya
xizmetguzariyê ji bo niştecihên herêmî jî dihewîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

