Serokomar: Pêwîste şiyanên hêzên navxwe werin bilind kirin
Êraq 10:20 PM - 2026-10-16
Ragihandina Serokomar
Serokomar û Wezîrê Navxwe
Serokomarê Îraqê,Nizar
Amêdî, îro Înê 16/10/2026an, li Bexdadê pêşwaziya Wezîrê Navxwe birêz Yasir
Malikî, kir.
Di destpêka hevdîtinê
de, birêz Serokomar pîrozbahî li birêz Malikî kir bi boneya bidestxistina
pêbaweriya endamên Encûmena Nûneran û girtina postê Wezîrê Navxwe, û tekez kir
ku ev pêbawerî berpirsiyariyeke niştimanî ye ji bo bilindkirina asta xebata saziya
ewlehiyê û xurtkirina şiyan û jêhatibûna wê.
Rêzdar Serokomar
giringiya çespandina rêbaza sazûmanî di xebata wezaretê de diyar kir, û her
wiha bilindkirina jêhatibûna pêkhateyên wê di cîbicîkirina qanûnê de û
rûbirûbûna astengên ewlehiyê de, û tekez kir ku pêwîste hewldanên Wezareta
Navxwe bi awayekî berçav di jiyana welatiyan de reng bide, jibo bersivdayîna
pêdiviyên wan û parastina mafên wan, bi awayekî ku pêbaweriya wan a bi saziya
ewlehiyê xurtir bike û rêzgirtina li qanûnê biçe serî.
Ji aliyê xwe ve,
Wezîrê Navxwe spasî û pêzanîna xwe ji bo girîngidana birêz Serokomar anî ziman,
û tekez kir ku wezaret rijde li ser pêşvebirina xebata sazûmanî, xurtkirina
bandora rêkarên ewlehiyê, û berdewamkirina xebatê bi awayekî ku bersivdarê
daxwazên welatiyan be û asta xizmetguzariyên pêşkêşkirî ji wan re bilindtir
bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

