Serokê Amerîka û sizayên darayî li ser Rûsya
Cîhan 10:35 AM - 2026-10-17
Serokê Amerîka û sizayên li ser darayî li Rûsya
Serokê Amerîka û Serokê Rûsya
Serokê
Amerîka Donald Trump çend roj beriya ku siza û bacên giran yên li dijî Rûsya li
gorî yasaya ku wî meha borî îmze kiribû bikevin meriyetê, lêborîn jê re anî.
Di
fermaneke rêveberiyê de ku roja Înê ji hêla Koşka Spî ve hat belavkirin, Trump
got: Ev lêborîn di berjewendiya neteweyî ya Amerîka de ye.
Derbarê
bacên li ser kelûpelên Rûsî û sizakirina welatên ku petrol û gaza Rûsî dikirin
jî dihewandin.
Armanca yasayê
ew bû ku fişara li ser Moskow ji ber dagirkirina wê ya Ûkrayna ku di sala 2022.an
de dest pê kir, zêde bike,lê, Trump di van demên dawî de nêzîkatiyekî nermtir
li hember Rûsya girtiye û di heman demê de bi eşkereyî rexne li Serokê Ûkrayna
Volodymyr Zelenskyy girtiye, heta pêşniyar kiriye ku Kîev pêwîstiya wê bi
serokekî nû heye.
Şirovekaran
hişyarî dan ku cîbicîkirina van rêkaran dikare nirxê petrolê bilindtir bike, û fişarên
darayî yên ku Amerîkî di bin de ne zêde bike, di demekê de ku lêçûnên bilind bi
piranî têne vegerandin bo şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê.
Li gorî yasayê,
dê bacên heta 100% di nava 30 rojan de li ser kelûpelên ku ji pênc kiriyarên
herî mezin yên petrola xav yan gaza Rûsî re tên hinardekirin bo Amerîka werin
sepandin.
Rêkaran
her wiha dê armanc bikirana ew welatên ku 30 roj piştî derketina yasayê bi
zanebûn petrol yan gaza Rûsî kirîne, û her wiha ew welatên di nav wan pênc
welatan de ne ku alîkariya herî zêde dikin da ku Rûsya ji sizayan bireve.
Di
fermanê de hat gotin ku lêborîn dê bimîne heta ku Trump yan rayedarên wî yên
bilind biryar bidin ku "pêngaveke din guncaw e.
Trump di
fermanê de got:Min ji Kongreyê re belgeyek pêşkêş kir ku derxistina lêborîneke
wisa di vê demê de di berjewendiya neteweyî ya Amerîka de ye.
Welatên
wekî Çîn û Hindistanê, ku di nav kiriyarên herî mezin yên petrola Rûsî de ne, dilgiraniya
xwe li ser Yasaya Sizayên Rûsya anîne ziman.
Pekînê
got :Em bi berdewamî li dijî yasaya derveyî sînore ku bingeheke wê di zagona
navneteweyî de tune ye", di dema ku Hindistanê hişyarî da Washingtonê ku
bacên nû dikarin bandorê li ser peywendiyên du alî bikin.
Yasaya
destûrê dide serok ku bi hêsanî sizayan rake bi agahdarkirina Kongreyê ku wî
diyar kiriye ew ne di berjewendiya neteweyî de ne.
Nûnerê weberhênanê
yê Pûtîn, Kirill Dmitriev, lêborîna Trump bi "pêngavek rastî dîrokî"
nav kir, û li ser Xê nivîsand ku qanûn dikare bi bandor hemû hevkariya aborî ya
di navbera Rûsya û Amerîkayê de bide rawestandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

