Tabelayên çûyîna ber bi Bîra Şêx Seîd hatin danan
Kurdistan 11:45 AM - 2026-10-17
Amid Haber
Şêx Seîdê Pîran
Li ser
sînorê bajarên Amed (Diyarbekir) û Çewlig yên Bakurê Kurdistanê, piştî çêkirina bîrek ya avê bi
navê Şêx Seîd, nîşanên rê (Tabelayên) jî li ser riya ku diçe wê bîra avê hatin
daliqandin.
Bîra avê
ya ku li gundê Kargapazari yê li navbera sînorên Karlıova ya Çewligê û Mûşê de
ye, demek berê ji bo domandina bîranîna Şêx Seîd ji aliyê Komeleya Palevî ve hat
nûjenkirin,piştî nûjenkirina bîra avê, endamên komeleyê li ser riya ku digihîne
bîra avê nîşanên rê (Tabele) daliqandin.
Endamên
komeleyê li pêş nîşanên rê daxuyaniyek dan û ev tişt gotin:Me demek berê bîr
nûjen kiribû,niha jî ji bo ku welatiyên me bikarin bi awayekî hêsan bîra avê
bibînin, me nîşanên rê (Tabele) daliqandin,armanca me ya li vir ewe ku em
tevkariyê li riya Îslamê ya Şêx Seîd bikin ku me ev yek ji bo berjewendiyên xwe
ne kiriye.
Taybetmendiya Bîra Avê ya Şêx Seîdê Pîran
Li gorî gotinan, Şêx Seîd di dema serhildana sala 1925.an de bi kesên bi xwe re çûye gundê Kargapazari û 22 rojan li wir mabû,li gorî vegotinên gundiyan, di wê demê de her çend li herêmê çavkaniyeke avê ya naskirî tune bû jî, tê gotin ku li cihê ku Şêx Seîd lê dima av derketiye û ew û kesên bi wî re heta ji gund derketine ji vê avê sûd wergirtine.
Tê diyarkirin ku bawerî bi cansaxiya avê heye û bi taybetî kesên nexweşiya wan heye ji vir avê distînin.
Serokê Kurd Şêx Seîd û kesên bi wî re, di dadgeha serxwebûnê ya wê demê de hatin darizandin,piştî darizandinê, Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên dozê li Diyarbekirê hatin darvekirin.
Şêx Seîd Kî ye?
*Ew di sala 1865.an de li Paluyê ji dayîk bûye.
*Bavê wî Şêx Mehmûd Fevzî û dayîka wî Gulê Xanim bû.
*Piştî ku li Palu, Elezîz, Amed û Mûşê perwerde dît, piştî mirina bavê xwe bû rêberê terîqeta Neqşîbendî.
*Dema ku bavê wî koçî wir kir, ew li Xinisê bi cih bû.
*Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, ji ber pêşveçûna Împeratoriya Rûsya ber bi Herêma Rojhilatê Anadolê ve, ew neçar ma ku koçî Pîranê bike, û piştî şer ew li Kolhîsarê, Xinisê bi cih bû.
*Şêx Seîd di 15ê Nîsana 1925an de hat girtin, ji aliyê Dadgeha Serxwebûnê ya Şark (Rojhelat) ve li Diyarbekirê ve hat darizandin.
*Di 29ê Hezîrana 1925.an de bi 46 hevalên xwe re hat bidarvekirin.
*Şêx Seîd, zanyarekî olî yê ji rêbaza Neqşebendî-Xalidî bû û yek ji şêxên bi bandor yê herêmê bû.
*Di sala 1925.an de bû serokê tevgera ku li dijî hikûmeta Komarê dest pê kir ku di dîroknûsiyê de wekî "Serhildana Şêx Seîd" tê binavkirin.
*Derbarê sedemên serhildanê de nirxandinên cûda yên wekî olî, siyasî, neteweperweriya Kurd û geşedanên herêmî hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

