Serokomar: Îraq piştgîriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dike

Êraq 03:43 PM - 2026-10-17
Serokomar Nizar Amêdî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan Ragihandina Serokomar

Serokomar Nizar Amêdî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro 17.10.2026an li Koşka Bexdayê, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û şandeya pêre kir.

Li gorî daxuyaniyeke ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokatiya Komarê, di dema hevdîtinê de peywendiyên duqolî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de û awayê bilindkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ên her du welatan û gelê dost bike.

Her di hevdîtinê de behsa pêşhat û astengiyên ku li herêmê rû didin hate kirin, Serokomar tekezî li ser giringiya berdewamiya şêwir û hevahengiya hevbeş û xurtkirina hewldanan bi armanca piştgiriya aştî û aramiyê kir.

Di heman demê de Serokomar da xuyakirin ku birêveçûna gera 52.mîn a Encûmena Wezîrên Derve yên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî ku Bexdad mêvandariya wê dike, stasyoneke giring e ji bo xurtkirina karê hevbeş, û ronahî xiste ser wê rewşê ku herêm bi xwe re dibîne, ligel guhertinên lezgîn û astengiyên aloz, giringiyeke taybet dide konferansê, ji ber ku derfetekê ji bo gotûbêjkirina li ser berteka wan guhertinan û yekxistina hewldanan ji bo çareserkirina wan bi awayekî ku berjewendiya welat û gelên herêmê biparêze û rê li ber geşedana alozî û qeyranan bigire, peyda dike.

Serokomar piştgîriya Îraqê ji bo pêvajoya aştiyê ya berdewam li Tirkiyeyê dubare kir û tekezî li ser giringiya berdewamiya hewldanan ji bo xurtkirina aştî û aramiyê û girtina ber diyalog û têgihiştinê wekî rêbazekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawêstî kir, bi awayekî ku alîkar be ji bo xurtkirina asayîş û aramiyê li herêmê.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Dervey ê Tirkiyê Hakan Fîdan, tekezî li ser kelecana welatê xwe kir ji bo bilindkirina peywendiyên xwe bi Îraqê re ber bi asteke berfirehtir ve, û amaje bi giringiya çalakirina rola Rêxistina Hevkariya Îslamî kir di rûbirûbûna wan astengiyan de ku rûbirûyê welatên endam dibin, û çespandina bingehên hevkarî û hevdengiyê di navbera wan de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket