Serokomar vexwendinek fermî ji Serokê Sûriyê bo serdana Şamê wergirt
Êraq 04:08 PM - 2026-10-17
Ragihandina Serokomar
Serokomar û Wezîrê Derve yê Sûriyê
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro Şemiyê 17ê Cotmehê 2026an
li Koşka Bexdadê, pêşwazî li Wezîrê Derve û Koçberan ê Komara Sûriyeyê Ese`d Şeybanî
kir.
Di hevdîtinê de, peywendiyên Îraq û Sûriyeyê û rêyên
pêşvebirina wan hatin gotûbêjkirin, her wiha li ser pêşhatên li ser asta erebî
û herêmî yên niha jî nêrîn hatin guhertin, Serokomar tekezî li ser giringiya
bilindkirina asta peywendiyên duqolî û pêşvebirina mekanîzmayên hevahengî û
têkiliyê di navbera her du welatan de di warên ewlehî, aborî û hevkariya di
kontrolkirina sînorên hevbeş de kir.
Serokomar amaje bi giringiya lidarxistina gera 52an a
wezîrên derve yên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Bexdadê kir, di
bin siya wan astengiyên ku rûbirûyê herêmê dibin, û da xuyakirin ku pêwîst e ev
civîn di gotûbêjkirina qeyranên mirovî û dosyayên ku jiyana gelên îslamî
eleqedar dikin de were bikaranîn, û çareseriyên pratîkî ji wan re bên dîtin.
Her wiha Serokomar vexwendineke fermî ji Serokê Sûriyeyê Ehmed
Şerih ji bo serdana Sûriyeyê wergirt, û spasiya xwe û pêzanîna xwe ji bo vê vexwendinê
nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê pêzanîna xwe ji bo
helwestên Îraqê yên ku piştgiriya pirsên erebî dikin anî ziman, û tekezî li ser
kelecana welatê xwe kir ji bo pêşvebirina peywendiyên duqolî û berfirehkirina
asoyên hevkariyê bi Îraqê re da, ku gelek waran bigire nav xwe, bi awayekî ku
xizmeta berjewendiyên her du gelên bira bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

