Xwenîşandanên Ewropa welatê Îtalya jî vegirt
Cîhan 01:43 PM - 2026-10-18
Ajans
Xwepêşandan
Xwepêşandan li çend welatên Ewropayê belav bûne, xwepêşandêr
daxwaz dikin ku jiyan normal bibe, bijêwiya wan were başkirin û di sektorên
perwerde, tenduristî û enerjiyê de çaksazî bên kirin, di vê çarçoveyê de jî, di
van du rojên borî de li Fransa û Îtalyayê xwepêşandanên berfireh dest pê
kirine.
Piştî Fransayê, sibêya îro 18-10-2026ê, hejmarek xwendekar,
ciwan û welatî li Îtalyayê ji bo daxwazkirina mafên xwe û başkirina jiyana
rojane ya kesan li wî welatî xwepêşandan pêk anîn û di navbera xwepêşandêr û
hêzên ewlehiyê de alozî derket, ev yek jî di demekê de ye ku di van du rojên
borî de li Fransayê xwepêşandanên berfireh hatin kirin û di vî warî de serokê
Fransayê Emmanuel Macron ragihand: Her kesek mafê wî heye ku bi awayekî
şaristanî daxwaza mafê xwe bike, lê derketina alozî û tevlîheviyan û têkbirina
rewşê ji tu kesî nayê qebûlkirin.
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de û rawestandina
hinardekirina nefta Rojhilata Navîn ji bo Ewrupayê bi rêya Tengava Hurmizê,
bandoreke neyênî li ser sektora enerjiyê li giştî Ewropayê kiriye û ajokar
gelek saetan li stasyonên sotemeniyê disekinin da ku benzînê werbigirin, ev jî
ji bilî wê yekê ye ku xwendekarên li Fransa û Îtalyayê ji sektora perwerdeyê ya
welatên xwe nerazî ne û daxwaziya çaksaziyeke giştî di wê sektorê de dikin.
Têkeli xwendekaran, beşek ji welatiyan jî derketine qadan û
daxwaza baştirkirina sektora tenduristiyê û bilindkirina asta jiyana xwe dikin.
Xwepêşandanên Fransa û Îtalyayê destpêkeke nû ne ji bo
Ewropayê û tê çaverêkirin ku hîn bêhtir berfireh bibin, ji ber ku şerê Îran û
Amerîkayê bi giştî bandor li ser rewşa aborî ya Ewropayê kiriye, ku çavdêrên
siyasî bi rengekî serhildaneke girseyî ya nû lê dinêrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

