Li Îstenbolê ji ber lehiyê gelek kes bûne qurbanî

Cîhan 02:20 PM - 2026-10-18
Dîmenek ji lehiyê Independent Turkçe

Dîmenek ji lehiyê

Turkiye

Li bajarê Îstenbolê ji ber dirustbûna lehiyên mezin û gorî sê kes hîna jî ser û berin û tîmên rizgarkirinê jî lêgerîna xwe ji bo dîtina wan didomînin.

Roja 14'ê Cotmeha 2026'an de, piştî barana xurt ya ku li Îstenbolê bariyabû, gelek rê, mal û dikan di bin avê de man û li gorî wezîrê jîngehê yê Turkiyê, ev yek ji baranên herî giran yên 83 salên dawî bûye.

Li gorî zanyariyên ji heremê piştî ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes hîna jî winda ne û tîmên rizgarkirinê di nav çem û derdora wê de, lêgerîna xwe didomînin.

Di heman demê de, lehî li herêma Agva ya navçeya Şîleyê jî rabû û çemê Yeşil Çay ji qeraxên xwe derket û rê, zeviyên çandiniyê û mal û dikan di bin avê de hişt.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket