Zeydî tekezî li ser bilindkirina tiwaneya hilberîna petrolê dike

Êraq 10:07 PM - 2026-10-18
Elî Zeydî PUKMEDIA

Elî Zeydî


Ewlî Zeydî Serokwezîrê Îraqê, îro di 18ê Çiriya Pêşîn a 2026an de serdana Wezareta Petrolê kir û tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina tiwaneya hilberîna petrolê û zêdekirina dahata welat kir.

Di wê civînê de, ku Cîgirê Serokwezîr ji bo Karûbarên Enerjiyê, Wezîrên Petrolê û kerebê û çend şêwirmend amade bûn, Serokwezîr tevî destxweşîkirina li karmendên wezaretê, tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina tiwaneya hilberîna petrolê û zêdekirina dahata welat kir, bi taybetî di vî şert û mercî de ku Îraq ji ber bûyerên navçeyê zirar dîtiye.

Her wiha ronahî xiste ser pêwîstiya çareserkirina kêmxembûn û çewtiyên derbazbûyî, û da zanîn ku: Desteya Destpakiyê hatiye erkdarkirin ku peyrewiya gendeliya ku bûye rêgir li pêşiya pêşketina vî keretî bike.

Di dawiyê de jî biryar hat dayîn ku Cîgirê Serokwezîr ji bo Karûbarên Enerjiyê bê raspartin ji bo şopandina rasterast a karên Wezareta Petrolê û dosya hilberîn û hinardekirinê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket