Amara herî nû ya xwepêşandanên Fransayê
Cîhan 12:09 PM - 2026-10-19
PUKMEDIA
Xwepêşandanên Birîtaniya
Xwepêşandanên Fransayê derbasî rojeke nû bûne û berdewam in,
ku li gorî amarên dawî ji ber aloziyan heta niha kesekî jiyana xwe ji dest
daye, 2 hezar û 400 kes hatine girtin û hezar polîs jî birîndar bûne.
Derbarê wan bûyerên ku li Fransayê diqewimin de, Dr. Luey
Caf mamosteyê zanîngehê û endamê berê yê şaredariya rojavayê Parîsê, bi taybetî
ji PUKMEDIAyê re ragihand: "Xwepêşandanên xwendekaran li Fransayê ne tenê
xwepêşandaneke asayî ne, belkî daxwazek e ji bo çêkirina kerta perwerdeyê,
nerazîbûnên civakî û tundûtûjiyên komên 'Black Blocs', herwiha kombûna
nerazîbûnên 10 salên borî ne.
Wî da xuyakirin ku xwepêşandanan dibistan derbas kirine û li
ser kolanan in ku li gorî amarên nû heta niha kesekî jiyana xwe ji dest daye, 2
hezar û 400 kes hatine girtin û hezar polîs jî birîndar in, ev yek nîşan dide
ku xwepêşandan derbasî qonaxeke nû bûne.
Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandanên xwendekarên amadehiyê li
Fransayê xwedî dîrokeke dirêj in, ji salên 1980 û 1990î ve xwendekar li dijî
kêmbûna îmkanan, xirabiya rewşa xwendigehan û li dijî qanûn û rêzikan di nava
nerazîbûnê de bûn.
Di sala 2005an de jî, nerazîbûna li dijî projeya girêbisteya
kar a ciwanan (CPE) ciwan û xwendekarên zanîngehan lihev kom kirin. Di sala
2018an de, xwepêşandanên li dijî guhertinên azmûna bakaloryayê (azmûnên dawiya
qonaxa amadehiyê BAC) û sîstema wergirtinê li zanîngehan hatin lidarxistin.
Herwiha di sala 2023an de, beşek ji xwendekaran beşdarî nerazîbûnên li dijî
guhertina sîstema xanenîşê bûn.
Ev dîrok nîşan dide ku nerazîbûna xwendekaran gelek caran ji
çarçoveya dibistanan derbas dibe û dibe derbirîna ngeraniyek giştî li ser
pêşeroja civak û saziyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

