Serokomar û Şahê Urdinê tekezî li ser girîngiya hevrêziya hevpar kirin
Êraq 02:52 PM - 2026-10-19
Malpera Serokomar
Serokomarê Îraqê û Şahê Urdinê
Serokomarê Îraqê Nizar
Amêdî di pêwendiyeke telefonî de ligel Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem, îro
Duşemê 19ê Cotmeha 2026an, behsa xurtkirina peywendiyên biratiyê yên di navbera
her du welatan de û her wiha pêşhatên rewşa navçeyê kirin.
Serokomar di pêwendiya
telefonî de tekezî li ser xurtkirina peywendiyên di navbera Komara Îraqê û
Keyaniya Haşimî ya Urdinê de kir, ku ji têkiliyên dîrokî û xwişk û biratiyê yên
di navbera her du gelên birayî de çavkaniyê digirin, û bal kişand ser pêwîstiya
berfirehkirina derfetên hevkariya hevpar, bi taybetî di warên bazirganî, enerjî
û teşwîqkirina veberhênanên dualî de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên
hevpar bike û piştgiriyê bide derfetên pêşketin û geşepêdanê li her du welatan.
Her wiha di pêwendiyê
de behsa rewşa xaka Filîstînê hat kirin, bi taybetî li Kenara Rojava û Kerta
Xezayê. Her du aliyan tekez kirin ku pêwîst e civaka navdewletî bi awayekî
çalak tevbigere da ku êrîş û binpêkirinên dubare bên rawestandin, parastin ji
bo Filîstîniyan bê dabînkirin û jiyana sivîlan bê parastin. Her wiha her du
aliyan piştgiriya xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Filîstînê nû
kirin.
Derbarê pêşhatên rewşa
herêmê de, Serokomar û Şah Ebdullah tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina
hevrêziyê û xebatê ji bo kêmkirina alozî û rageşiya herêmî kirin, û her wiha
destnîşan kirin ku divê diyalog û têgihiştin wekî rêbazek ji bo çareserkirina
krîz û nakokiyan bên girtin, daku ji berfirehbûna dorhêla şer û pevçûnan bê
girtin û ewlehî û stabîlîteya herêmê bê parastin.
Şah Ebdullahê Duyem
bangeke fermî arasteyî Serokomar Nizar Amêdî kir daku serdana Urdinê bike, û
helwêsta welatê xwe ya di piştgiriya ewlehî û serweriya Îraqê de dubare kir,
her wiha daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtkirina peywendiyên hevkariyê di hemû
waran de anî ziman, bi armanca ku alîkariyê bide aştiya herêmî û navdewletî,
rûbirûbûna astengiyên hevpar û bidestxistina daxwazên gelên navçeyê yên di warê
geşepêdan û pêşketinê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

