Wezîrê Petrolê: Hinardeya petrola Îraqê zêde bûye

Êraq 03:29 PM - 2026-10-19
Keştiyeke Petrol hilgir Ajans

Keştiyeke Petrol hilgir

Wezîrê Petrolê yê Îraqê, îro Duşemê ragihand ku rêjeya hinardekirinê di vê mehê de bo 3 milyon û 400 hezar bermîlan di rojekê de zêde bûye, di heman demê de bal kişand ser piştrastbûna bi sê rêgehên hinardekirinê ku Tengava Hurmiz jî di nav de ye.

Wezîr Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xidêr ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re got: Rêjeya hinardekirina Iraqê di vê mehê de gihişt zêdetirî 3 milyon û 400 hezar bermîlan bi rêya dergehên Tengava Hurmiz, bendera Ceyhan a Tirkiyeyê û bi rêya tankêran bo Sûriyê hatiye hinnarde kirin.

Wî diyar jî kir ku, tevî şert û mercên şer li Tengava Hurmiz, Wezareta Petrolê bi riya kompaniya 'SOMO' ve di meha çaremîn de rêjeya 3 milyon bermîlan hinarde bike, lê belê rêjeya hinardeyê ji destpêka vê mehê û heta îro ji bo zêdetirî 3 milyon û 400 hezarî di rojekê de zêde bûye.

Got jî: Wezareta Petrolê dixebite daku kapasîteyên hinardekirinê zêde bike bi ahengdarî bi wê yekê ku dahatên darayî ji bo dewletê peyda bike." Wî zelal kir ku "armanca ji zêdekirina kapasîteyên hinardekirinê ew e ku hikumet bikaribe erkên xwe pêk bîne û pereyên pêwîst ji bo hemû xerciyên dewletê dabîn bike."

Wezîrê Petrolê destnîşan jî kir ku: Hinardekirin ji bo bazarên Ewropa û Asyayê, li gel bazara Amerîkayê ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket