Çalakiyên Standa Kurdistan li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê

multimedia 04:31 PM - 2026-10-19
Standa Kurdistan li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê PUKMEDIA

Standa Kurdistan li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê

Di rojên 6-11ê Cotmehê 2026an de, bi beşdariya çar hezar dezgehên çap û weşanê ji 137 welatên cîhanê û zêdetirî heşt hezar rojnamevan û 236 hezar serdanker, Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê birêveçû û têde 3ê hezar û 800 kor û semînar hatin encamdan.

Roja 6ê 10.2026an de, ahenga vekirina pêşangeha pirtûkan û dîdara Yurgen Bos, serokê pêşangeha pirtûkan birêveçû, piştre pêşwazî li beşdar û mêvanên standxaneya Kurdistanê hat kirin û hevdîtina xwendekarên kurd û biyanî li standxaneya Kurdistanê bi mêvandariya nivîskara Almanî Hana Dubgen pêk hat.

Di heman demê de, kor û çalakiyên standxaneya Kurdistanê ev bûn:

* Xwendina gotara Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ji aliyê Çinûr Namiq, şêwirmenda wezaretê ve.

* Pêşkêşkirina ezmûna wergerê ji zimanê biyanî ve, ji aliyê Asiya Xerzan, helbestvan û wergêra kurd ve.

* Pêşkêşkirina siyaseta zimanê kurdî, ji aliyê Pro.Dr.Alîkar. Azad Ezîz, lêkolîner.

* Pêşkêşkirina mijara giringiya romana dîrokî, ji aliyê Fêrgîn Melek Aykoç, romannivîsê kurd.

* Pêşkêşkirina mijara nêrîneke zimanî ji bo dadperweriyê, ji aliyê Pro.Dr.Alî. Mizgîn E. Çalî, lêkolîner.

* Pêşkêşkirina romana "Xaneqayî Mîrza û bêhndaneke" (Xaneqayî Mîrzaw pşûyek), ji aliyê Serdar Caf, nivîskar.

* Pêşkêşkirina rewşa niha ya wergerê, ji aliyê Ebdulxenî Kako, nivîskar û wergêr.

* Pêşkêşkirina fêrbûna zimanê kurdî ji bo biyaniyan, ji aliyê Samal Osman, mamosteyê ziman li Zanîngeha Guttingenê.

* Pêşkêşkirina tevgera helbesta kurdî li Ewropayê, ji aliyê Dr. Serwer Ebdulrehman Ebdullah, mamosteyê zanîngehê û pisporê helbestê.

Di heman demê de, Burhan Sonmez, serokê PENa cîhanî û nivîskarê naskirî yê kurd ku berhemên wî bo 40 zimanên cîhanê hatine wergerandin, Pro.Dr.Alî. Mazin Ebdulxaliq ragirê Kolêja Perwerdeyê li Zanîngeha Selahedîn, Helîm Yûsif romannivîs û Dr. Serwer Ebdullah berhemên xwe pêşkêş kirin û piştre ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, xelata rêzgirtinê hate dan bi nivîskarên beşdar ên standxaneya Kurdistanê û xelata rêzgirtinê ya Zanîngeha Selahedîn hate dayîn bi sê nivîskarên kurd.

PUKMEDIA
/ Yûsif Mentik - Almaniya

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket