Serokkomar tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên welatiyan dike

Êraq 03:26 PM - 2026-10-20
 Serokkomar pêşwazî li şanda Fraksiyona Bedir ya Parlemanê kir Ragihandina Serokatiya Komarê

Serokkomar pêşwazî li şanda Fraksiyona Bedir ya Parlemanê kir

Îro; roja Sêşem 20ê Cotmeh ya 2026.an, Serokê Komarê birêz Nîzar Amêdî, li Koşka Aştiyê ya li Bexdadê, şandeya Fraksiyona Bedir ya Parlemanê pêşwazî kir.

 Di civînê de, ku hejmarek ji endamên Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Parlemanê jî amade bûn, rewşa giştî ya welat û pêşîniyên qonaxa bê di warê qanûndanînê de hatin gotûbêjkirin.

 Serok tekez kir ku pêwîste qanûndanîn ji pêdiviyên rasteqîn yên welatiyan dest pê bikin û bibin alîkar ji bo bilindkirina asta xizmetguzariyan û başkirina mercên jiyanê.

 Her wiha birêz Serokkomar girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera hêzên siyasî de û xurtkirina têgihiştinê li ser pirsên neteweyî tekez kir, bi mervcekê ku rewşeke guncaw ji bo pêkanîna erkên yasadananê li gorî çarçoveyên destûrî amade bike.

 Ji aliyê xwe ve, endamên şandeyê destxweşî li hewlên Serokkomarê kirin di xurtkirina peywendiyên di navbera hêzên siyasî de, û tekezî li ser ahengî û biryara xwe kirin ji bo çalakbûna di rêça qanûndanînê de û derxistina yasayên ku destûrê didin pêdiviyên welatiyan û pêdiviyên qonaxê pêk bînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket