Hewldanên YNKê bo xizmetkirina nexweşên Penceşêrê berdewame

Kurdistan 05:31 PM - 2026-10-20
 Hewldanên YNKê ji bo xizmetkirina nexweşên Penceşêrê berdewame Taybet

Hewldanên YNKê ji bo xizmetkirina nexweşên Penceşêrê berdewame

YNK

Ji bo xizmetkirina zêdetir ya nexweşên Penceşêrê li Herêma Kurdistanê û di çarçoveya hewldanên berdewam yên Fraksiyona YNKê ya li Civata Nûnerên Îraqê de zincîreyek civînên girîng li Bexdadê bi aliyên peywendîdar re hatin encamdan.

Dr.Biyar Reşîd endamê Civata Nûnerên Îraqê ji Fraksiyona YNKê ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Îro di  di zincîrek civînan de digel serok û endamên desteya Komîsyona Wuzeya Atomî ya Îraqê، nûnertiya Hikûmeta Herêmê li Bexdadê û Civata Bilind ya Penceşêrê ya li Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê de civiya.

Her weha ragihand di civînan de me tekez kir ku Herêma Kurdistanê bibe beşeke sereke di hemû proje û xulên rahênan ya Ajansa Navneteweyî ya Wuzeya Etomî (IAEA) de li Îraqê û li hemberî wê jî Komîsyona Wuzeya Etomî ya Îraqê amadebûna xwe ji bo hevahengiyê digel Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê nîşan da bi mebesta dabînkirina amûrên Pizîşkî yên pêşketî ji bo Herêmê bi sîstema parvekirina lêçûnê (Cost Sharing) ku nîvê lêçûna wê ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Wuzeya Etomî ve tê dabînkirin.

Dr. Biyar Reşîd daxuyakirin ku civîneke din ji bo xurtkirina hemahengiya di navbera Wezareta Tenduristiyê ya Herêmê û Komîsyona Wuzeya Etomî ya Îraqê de bû، ku soz hat dayîn hemû hêsankariyên pêwist bên pêşkêşkirin.

Her weha daxuyakirin ku di berdewamiya civînên xwe de digel Civata Bilind ya Penceşêrê ya li Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê de،me tekez kir ku Herêma Kurdistanê divê di her projeyeke hevbeş de di warê çareserkirina Penceşêrê de bi tîrêjê de beşdar be çawa di dema borî de bi pêdaçûna hewldanên meHerêma Kurdistanê di du projeyan de hate beşdariyê kirin û me daxwaz kir ku ev beşdarbûn hemû projeyên pêşerojê yên navxwe û derve jî li xwe bigire.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket