Pakistan tekez li ser domandina hewldanên navbeynkariyê di navbera Washington û Tehranê de dike
Cîhan 09:13 AM - 2026-10-21
PUKMEDIA
Rêkeftinek di navbera Tehran û Washingtonê de
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê
Pakistanê Îshaq Dar tekez kir ku welatê wî di hewldanên xwe yên navbeynkariyê
yên di navbera Amerîka û Îranê de berdewame, û destnîşan kir ku diyalog û
dîplomasî riya herî başin ji bo kontrolkirina aloziyên herêmî û gihîştina
çareseriyên aştiyane yên domdar.
Dar di gotarekê de ku di civîna Civata
Serokên Hikûmetên Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê de li paytexta Tacîkistanê
Duşanbê pêşkêş kir, got: Pakistan ji bo hêsankirina peywendiyên di navbera
aliyên peywendîdar û kêmkirina aloziyê li herêma Kendavê û Rojavayê Asyayê
hewlên xwe berdewam dike, û tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ji bo hewldanên
çareserkirina nakokiyan bi riyên aştiyane kir.
Ev helwest di demekê de tê ku raport
hene li ser serdana Fermandarê Artêşê yê Pakistanê, Mûşîr Asim Munîr, ji bo
Tehranê, di çarçoveya tevgerên dîplomatîk ên herêmî û navneteweyî de ku armanca
wan vejandina riya danûstandinê di navbera Washington û Tehranê de û kêmkirina egerên
aloziya leşkerî li herêmê ye.
Tevgerên Pakistanê di demekê de tên
ku hewldanên dîplomatîk yên ji bo kontrolkirina aloziyên di navbera Amerîka û
Îranê de zêde dibin, di nava fikarên ji encamên her aloziyeke nû li ser ewlehî
û aramiya herêmê.
Îslamabad bi berdewamiya peywendiyên
xwe yên bi aliyên peywendîdar re, hewl dide ku piştgiriya diyalogê bike û
nêrînan nêzîkî hev bike, bi ahengiyeke ku beşdariyê di amadekirina mercên
gihîştina bi çareseriyeke siyasî de bike ku aloziyan kêm bike û herêmê ji
qeyranên zêdetir dûr bixe.
PUKMEDIA- AJANS
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

