Antonio Guterres:Derbazkirina sînorê 1.5 pileya germayê êdî neçarî ye
Cîhan 09:45 AM - 2026-10-21
Ajans
Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)
Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku êdî ne gengaze ku mirov ji derbazkirina
sînorê 1.5 pile di krîza avhewayê de bireve, û banga lezkirina kêmkirina belavbûna
li welatan kir da ku bilindbûna germahiyê careke din daxin binê sînor.
Antonio Guterres, beriya Konferansa
Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ku di meha Mijdarê de ku li
Antalya dê were lidarxistin, peyamek vîdyoyî derbarê Raporta Valahiya belavbûna
Gazan (EGR) ya salane de ku ji aliyê Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî
(UNEP) ve hatiye weşandin, belav kir.
Guterres hişyariyek da û got: Cîhan
êdî nikare ji derbazkirina sînorê 1.5 pile bireve û encamên wê ji niha ve
wêrançêkerin û bal kişand ser lehiyên kujer, pêlên germahiya zêde û şewatên
daristanan yên tund li cîhanê.
Guterres dazanîn ku krîza avhewayê
aboriyan felç dike û newekheviyê kûr dike, û destnîşan kir ku kesên herî kêm
berpirsiyarê vê krîzê ne,bandorên wê yekem û bi awayê herî giran dikişînin.
Ji aliyê din ve,Guterres diyar kir
ku beriya dawiya sedsalê bilindbûna germahiya gerdûnî dikare careke din daxwe
binê sînorê 1.5 pile, û got: Ji bo vê yekê heya sala 2030.an divê belavbûna
gazên gerdûnî ji sedî 18 û heya sala 2035.an jî ji sedî 45 bên kêmkirin.
Guterres got: Belavbûna li astên
rekor dimînin,pilanên avhewayê yên neteweyî û siyasetên heyî bi awayekî metirsîdar
têr nakin û nîşan dide ku pileya germahiyê dê bi 2.6 heta 2.8 pileyan bilind
bibe.
Guterres da zanîn ku welatên mîna
welatên G20ê yên ku dibin sedema belavbûna mezin divê zêdetir tiştan bikin û
destnîşan kir ku divê ji bo welatên pêşveçûyî fînansmaneke bi bihayê guncaw bê
peydakirin daku li dijî krîza avhewayê têkoşînê bikin û barê deynên wan jî
sivik bibe.
Guterres got: Dadperweriya avhewayê
kêmtirî vê yekê pesend nake,her perçeyeke biçûk ya pileyan girînge, her sala
derengmayînê riya vegerê dijwartir dike,werin em ji niha ve vê valahiyê
bigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

