Çîftçî : Em nêzî dawiya pêvajoya çareseriyê dibin
Cîhan 10:41 AM - 2026-10-21
Evrenselê Turkî
Mustafa Çîftçî Wezîrê Navxweyî yê Turkiyê
Wezîrê Navxweyî yê Turkiyê Mustafa
Çîftçî diyar kir ku pêvajoya çareseriyê nêzîkî
dawiyê dibe û destnîşan kir ku metirsiya herî mezin hewldanên têkdabl ne.
Wezîrê Navxweyî yê Turkiyê got: Dem û wuzeya me nîne ku em vala
xerc bikin û tekez kir ku divê ev pêvajo bi bigihîje serketinê.
Mustafa Çîftçî, derbarê pêvajoya
çareseriya çareseriyê de nirxandin kirin û bal kişand ser
pêşketinên li qada ewlehiyê û destnîşan kir ku pêvajo bi awayekî serketî pêşve
diçe û nêzîkî dawiyê dibe.
Her weha Çîftçî got: Hemû saziyên
dewletê, di serî de Serokkomar, Serokê MHPê Devlet Bahçelî, Parleman, Wezareta
Derve, Wezareta Parastina Neteweyî û di
çarçoveya pêvajoyê de erkên xwe cî bi cî dikin.
Çîftçî her wiha diyar kir ku ji ber
başbûna mercên ewlehiyê, wekî Wezareta Navxweyî wan 2 hezar û 63 xalên kontrolê
rakirine.
Çîftçî destnîşan kir ku dibe ku hindek
kes bixwazin pêvajoyê têk bidin û wiha axivî: Em nebêjin şansê me yê dawî ye,
lê dem û wuzeya me nîne ku em vala xerc bikin,divê ev pêvajo bi awayekî mutleq
bigihîje serketinê,dewlet û gel pêdiviya vî tiştî bi wê re heye,ji ber vê yekê,
heta ku ji destê me tê em rêkarên pêwîst digirin daku pêvajo nekeve metirsiyê.
Çîftçî îdia kir ku dibe ku aktorên
derve hebin ku naxwazin yekitî û bihevrebiyona neteweyî ya Turkiyê xurt bibe û
got: "Dijmin dê her dem dijminatiya xwe bike,ji bo ku em derfetê nedin
wan, emê tiştê dikeve ser milê xwe bikin.
Çîftçî tekez kir ku ji bo ku pêvajo
bigihîje serketinê, saziyên dewletê dê berdewam bikin di girtina tedbîrên
pêwîst de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

