Şaredariya Amedê ji bo piştgiriya dengbêjên Bakur pêngaveke nû diavêje

Rêportaj 04:36 PM - 2026-10-21
Mala Dengbêjan li Amedê Kurdistanî Nwê

Mala Dengbêjan li Amedê

Bakurê Kurdistanê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo piştgiriya dengbêjên gelêrî yên li Bakurê Kurdistanê û xurtkirina jîngeha hunerî û çandî ya bajêr pêngaveke nû avêt. Di vê çarçoveyê de, stûdyoyeke taybet ji bo tomarkirin û pêşkêşkirina stranên resen ên kurdî li Mala Dengbêjan a li bajarê Amedê hate vekirin.

Di vê barê de, rêvebera mûzexaneya Amedê Zeyneb Yaş, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihand: Piştî ku kurd di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji sala 2024an ve cihê xwe girtin û dest bi xebata xwe kirin, bi taybetî niha çavê hemû gelê kurd li Bakur li ser kar û xizmetên şaredariya Amedê ye, çimkî ev bajar dikare di kar û projeyên xwe de bibe mînakekî xweş û serkeftî ji bo hemû beşên din ên Kurdistanê.

Her wiha Zeyneb Yaş got: Vekirina stûdyoya mûzîkê li Mala Dengbêjan, dikare bibe beşek ji pêvajoya xurtkirina binesaziya hunerî û çandî ya Amedê, bi taybetî di warê berhemhênan, tomarkirin, belavkirin û parastina berhemên hunerî de bi giştî. Mala Dengbêjan di sala 2007an de li bajarê Amedê hate damezrandin, ji wê demê ve heta niha hewl daye bibe navendek ji bo xizmetkirina hunermend û dengbêjên gelêrî yên kurd, her wiha kar ji bo parastin û berdewamdana mîrata stranên kevin û folklorî yên kurdî û kurdewarî dike.

Zeyneb Yaş her dibêje: Mala Dengbêjan bi hevkariya Navenda Dîcle û Firatê, di dema 20 salên borî de, xizmeteke mezin bi parastina huner û çanda kurdî li Amedê û Bakurê Kurdistanê bi giştî kirine, beşek ji wan hunermendên kurd ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ve nasname wergirtine, her wiha rojane nêzîkî pênc stranbêjên gelêrî li stûdyoya taybet a nû ya Mala Dengbêjan li bajarê Amedê rûdinin û berdewam kar li ser tomarkirin û arşîvkirina lawik û stranên resen ên kurdî tê kirin.

Yaş, da xuyakirin ku ew berdewam kar ji bo parastina huner û çanda neteweyî ya kurd dikin, ji bilî wê jî nêzîkî 130 zarok li akademiya hunerî ya hunermendê koçkirî (Aram Tîgran) li bajarê Amedê gihandine û berdewam dersên perwerdeya mûzîkê pêşkêşî wan tên kirin.

Wê got jî: Em berdewam kar dikin ji bo parastina hunera gelêrî û tomarkirin û arşîvkirina wan, yek ji wan stranan "Genc Xelîl" e ku straneke hunermendê mezin ê koçkirî yê kurd (Kawîs Axa)yê Herkî ye.

Her wiha dibêje: Bê guman ev stûdyo dikare bibe pireke girîng ji bo hunermend û dengbêjên gelêrî yên kurd bi giştî, bi mebesta tomarkirin û parastina stranên wan bi awayekî profesyonel û di jîngeheke guncaw de, her wiha ev pêngav gelekî girîng û pêwîst e bi mebesta parastina strana resen û hunerên folklorî ku beşeke girîng in di naskirin û nasnameya çandî û mûzîkî ya kurdî de û xwedî girîngiyeke taybet in.

Di dawiyê de Zeyneb Yaş got: Parastina stranên gelêrî ne tenê bi wateya parastina berhemeke hunerî ye, belku peywendiya wê bi parastina bîra civakî, ziman, zarave, dîrok û nasnameya çandî ya civaka resen a kurdî ve heye. Ji ber wê hebûna cihekî taybet ji bo tomarkirin û arşîvkirina vî rengî ji stran û berheman, dikare roleke girîng di parastin û veguhastina mîrata dengî û mûzîkî ya kurdî ji nifşekî bo nifşekî din bilîze.

Bajarê Amedê ji aliyê erdnîgarî ve dikeve dilê Bakurê Kurdistanê, ne tenê bi birc û dîwarên şaristaniyên kevnar û dîroka xwe ya tijî bûyer naskirî ye, belku bi navenda hunermendan, stranên folklorî û çîrokên çandî naskirî ye û di dîroka gelê kurd de xwedî ciheke taybet e.

Ev bajar yek ji navendên girîng ên berhemhênana hunera gelêrî ye li Bakurê Kurdistanê, di heman demê de beşek e ji bîra giştî û nasnameya civakî û veguhastina ezmûn û bihayan ji nifşekî bo nifşekî din, her wiha bi beşdariya hunermend û stranbêjên gelêrî yên kurd, wek helbestvan, mûzîkvan û ewên ku di warên edebiyat, şano û çîrokgotinê de kar dikin, beşek ji jîngeha hunerî ya Bakurê Kurdistanê pêk tîne.

PUKMEDIA/
Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket