Hozan Dîno: Dixwazim serdana Silêmaniyê jî bikim
Hevpeyvîn 05:02 PM - 2026-10-21
Kurdistanî Nwê
Hunermend Hozan Dîno
Hunermendê navdar ê kurd Hozan Dîno, di hevpeyvîneke
taybet de ligel rojnameya Kurdistanî Nwê re, behsa qonaxên cuda ên
jiyana xwe ya hunerî dike, tekezî li ser rola hunerê di parastina ziman, çand û
dîroka kurd de dike, her wiha dixwaze serdana Silêmaniyê bike û konsêrteke
hunerî li vî bajarî ji bo wî bê sazkirin, daku berhemên xwe yên hunerî pêşkêşî
gelê xwe bike.
Di vî warî de, hunermendê navdar ê kurd Hozan Dîno ji
Holendayê ve ji Kurdistanî Nwê re axivî û ragihandiye ku, ji temenê neh
saliyê de hezkirina xwe ji bo karê hunerî hebûye û dibêje: Destpêka min jî bi
lêxistina tembûrê bûye, lêbelê di sala 1991ê de min yekem stran di Navenda Çand
û Hunerê ya Mezopotamyayê de li Stenbolê tomar kiriye.
Hozan Dîno her wiha got: Heya niha min zêdetirî 130 stranan
tomarkirine û piraniya berhemên min di çarçoveyê hunera kurdî de xwedî
girîngiyeke taybet in, bi taybetî di warê ziman û peywendiyên çandî de, her
wiha çiyayê Zagros û xwazayê Kurdistanê di nava babetên girîng ên peywendîdarî
berhem û stranên min de tên danîn, çimkî her gava şerekî an karesatekê bi ser
gelê kurd de hatibe bi dirêjahiya dîrokê, çiyayê Zagros penagehek bûye ji bo
parastina gelê me.
Her wiha dibêje: Bi mixabinî ve tenê dostê milletê me çiyayê
Zagros e û ti piştgirî û alîkariyek ji gel û neteweyên din ên cîhanê negihaye
me, lewma çiyayê Zagros her dem wekî sembola berxwedanê, hêviyê û penageha
aramiyê tê dîtin, ji ber wê yekê ye ku çiyayê Zagros di piraniya stran û
berhemên min de reng vedaye.
Dîno diyar jî kir û got: Îsal min serdana Başûrê Kurdistanê
kir û min konsêrteke hunerî li bajarê Zaxoyê li dar xist, lê serdana min nîvco
maye, ji ber ku ez dixwazim serdana bajarê Silêmaniyê jî bikim û konsêrteke
hunerî li wir jî li dar bixim. Lewma bi rêya rojnameya Kurdistanî Nwê,
ez daxwazê ji aliyên peywendîdar ên bajarê Silêmaniyê dikim ku alîkarî û
hêsankirina pêwîst ji min re bê kirin, daku ez bikaribim serdana bajarên
Silêmaniyê, Helebceya şehîd û Ranyeyê bikim û berhemên xwe yên hunerî pêşkêşî
xelkê wan bajaran bikim.
Wî her wiha got: Ez hêvîdar im ku ew keç û xortên ku daxwaza
karê hunerî dikin, bi ziman û çanda xwe derkevin û bi rêya hunerê dîrok û
şaristaniya xwe biparêzin, çimkî gelê kurd xwedî dîrok û çandeke dewlemend e û
pêwîst e huner û hunera gelêrî ya gelê me bi hemû awayî bê parastin û neyê
hiştin ku bê dizîn, pêwîst e em dîrok û şaristaniya xwe biparêzin û
dewlemendtir bikin.
Her wiha Hoan Dîno da xuyakirin ku: Xebata zanistî ji bo me
gelekî girîng e, çimkî dîrokeke me ya pir kêm a nivîskî heye, lê belê di van
salên dawî de pêşveçûneke baş bi xwe ve dîtiye û pêwîst e hewldana zêdetir bê
dan, çimkî huner xezîneya civakê ye û roleke girîng di zindî ragirtina civakê
de dilîze. Ji ber wê pêwîst e keç û xortên kurd bi rêya hunerê dîrok û çanda
xwe nas bikin û biparêzin.
Hunermend Dîno tekez kir ku, armanca xwe ya sereke yekîtiya
gelê kurd e û dibêje: Ez li dijî dabeşbûna navxweyî ya kurdan im, ez ne bakurî,
ne başûrî, ne rojhilatî , ne rojavayî me; ez kurd im û Kurdistanî me. Bi vî
awayî ez armanca xwe ya hunerî nas dikim, min her tim hewl daye bibim
hunermendê gelekî ku evîn û azadiya wî hatiye zeftkirin û axa wî hatiye
dagirkirin, ti hêviyek bi paşeroja wan nemaye.
Hunermendê kurd ew yek jî anî ziman ku: Pêwîst e naverok û
berhemên me yên hunerî li ser bingehê yekîtî û yekgirtinê bên tomarkirin, çimkî
dîrokê selmandiye ku bi yekgirtin û xweragirtina xwe em dikarin hebûn û
nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin, ger em destê hev negirin û xwe neparêzin,
kes destê me nagire û me naparêze.
Di dawiyê de Hoan Dîno got: Spasiya rêveberiya Zaxoyê dikim
ji bo wê pêşwaziya germ a ku li bajarê Zaxoyê li min hatiye kirin, di konsêrta
xwe de li Pira Delal a Zaxoyê, welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar
bûn, ev destkeft û xelateke mezin e di dîroka min a hunerî de. Ji ber wê ez
daxwaz dikim ku serdana hemû bajarên Kurdistanê bi taybetî Silêmaniyê, bajarê
çand û hunerê bikim, daku stranên xwe li wir jî pêşkêşî gelê xwe bikim.
Hêjayî gotinê ye ku navê xwe yê rastîn Yûsif Şahîn e, navê
hunerî Hozan Dîno ye, di sala 1969an de li bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê
ji dayik bûye, xwendina amadeyî qedandiye, lê di dawiya sala zanîngehê de bi
sedemeke taybet dev ji xwendinê berdaye.
Dîno di nava malbateke hunerî û welatparêz de li Bakurê
Kurdistanê mezin bûye û ji sala 1998an ve li Holendayê dijî, piraniya jiyana
xwe jî li derveyî welat derbas kiriye û xwediyê du keç û kurekî ye, wî her wiha
çendîn xelatên hunerî li ser asta welatên Ewropayê bi dest xistine.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

