Xûla 26an a hilbijartinên parlamentoya Îsraîlê birêve diçe

Cîhan 03:39 PM - 2026-10-23
Îsraîl Ajans

Îsraîl

Di 27ê/10/2026an de li Îsraîlê gera 26an a hilbijartina Knêstê tê lidarxistin, ku ev piştî 38 salan yekem hilbijartin e ku tê payîn di dema xwe ya destnîşankirî de pêk bê.

Li Îsraîlê, roja Sêşema bê hilbijartina gera 26an a parlamena Îsraîlê (Knesset) tê lidarxistin û Serokwezîrê niha yê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû di bangeşên xwe yê hilbijartinê de xwe wekî tenê serokê xurt nîşan dide. Di heman demê de, opozisyona Îsraîlê dixwaze dawî li desthilata berdewam a yekalî bîne.

Ev piştî 38 salan yekem hilbijartin e ku tê payîn di dema xwe ya destnîşankirî de pêk bê û piştî sala 1988an ve ji ber qeyranên siyasî yên berdewam herî kêm 14 hilbijartinên pêşwext hatine lidarxistin, ku çar ji wan hilbijartinan tenê di nava sê sal û nîvekî de bûn.

Li gorî qanûna welêt, her welatiyê ku temenê wî jorî 21 salî ye dikare bi rêya partiyekê xwe bike namzed û her partiyek jî dikare heta 120 namzedan hebe.

Sîstema hilbijartinê yek bazneye û tevahiya welêt dibe yek bazne be. Hilbijartin bi rêya elektronîkî nayê kirin, ji ber gefên sîber bi destî (bi kaxezan) tê lidarxistin û li 12 hezar û 18 navendan di navbera demjimêr 7ê sibehê heta 10ê şevê de berdewam dike.

Di vê hilbijartinê de 1 milyon û 331 hezar û 981 kes temenê wan jorî 18 salî ye û mafê wan ê dengdanê heye.

PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket