Egera destpêkirina şer bihayê petrolê bilind kiriye

Cîhan 11:11 AM - 2026-10-24
Bilindbûna bihayê Petrolê Medya

Bilindbûna bihayê Petrolê

Petrol

Ji ber egerê destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de û metirsiya qutbûna enerjiyê li bazarên cîhanê, bihayê petrolê bilindbûneke pîvanî tomar kiriye û yek bermîla petrola Brent bi nêzîkî 117 Dolarî tê firotin.

Îro, di 24.10.2026an de, li gorî malpera (OIL PRICE), yek bermîla petrola Brent sê dolar û 55 sentên din bilind bûye û gihîşte 116 dolar û 70 sentan. Di heman demê de, bihayê yek bermîla petrola Texas sê dolar û 80 sentên din bilind bûye û bi 103 dolar û sê sentan tê firotin.

Sedema bilindbûna vî bihayê petrolê vedigere ser wê yekê ku îhtîmala destpêkirina danûstandinên aştiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de dûre û her du alî li ser daxwazên xwe berdewam in.

Ji bilî vê yekê, çend medyayên cîhanî eşkere kirin ku di çend rojên pêş de dê şer bi beşdariya Îsraîlê ji nû ve dest pê bike; her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump ev nûçe red kir û "bê agahiya" xwe nîşan da, lê wî amaje bi wê yekê jî kir ku "îhtîmal heye em operasyoneke din li dijî Îranê pêk bînin.

Ev ji bilî wê yekê ye ku hîn jî operasyona (Berbanga Yemenê) bi beşdariya Siûdiyê li Yemenê li dijî çekdarên Hûsî berdewam e, ku veguhastina enerjiyê li Tengava Bab el-Mendeb zehmet kiriye, û hîn jî dorpêça deryayî li ser Tengava Hurmizê ji aliyê Amerîka û Îranê ve berdewam e.

Hemû van sedeman hiştine ku tirs li ser berdewamiya bazara enerjiyê hebe û ji ber vê yekê bihayê petrolê bilindbûneke pîvanî tomar bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket