Keça kurd di Maratona Şamê de pileya yekem bi dest xist
multimedia 12:08 PM - 2026-10-24
ANHA
Rûlyan Heyder
Werzişvana Kurd ya
xelkê herêma Efrînê (Rûlyan Heyder) di Maratona Şamê ya 2026an de, di pêşbirka
5 kîlometreyî de pileya yekem bi dest xist; ev maraton bi beşdariya bezokên ji
36 neteweyan pêk hat.
Werzişvan Rûlyan
Heyder, di pêşbirka 5 kîlometreyî ya Maratona Şamê de ku duh roja Înê li
paytexta Sûriyê dest pê kir, bi beşdariyeke berfireh a pêşbirkvanên xwecihî, ereb û biyanîserkeftin bidest xist.
Wezareta Werzişê ev
maraton bi hevkariya parêzgeha Şamê ji bo sala duyem a li pey hev li dar xist.
Maraton çar rêgeh ji bo mesafeyên 5-10-21-42 kîlometreyî di nava xwe de
dihewand.
Her wiha keça kurd
Rûlyan û tevî xwîşka xwe bi navêRoksana beşdarî pêşbirka 10
kîlometreyî bûn û birayê wan Cîwan Heyder yê 16 salî jî beşdarî pêşbirka
42 kîlometreyî bû.
Ev hersê xwişk û bira
ji gundê "Hecîka" ya girêdayî bajaroka Raco ya li gundewarê Efrînê ne,
ew werzişa triatlonê dikin û beriya niha jî di gelek pêşbirkên werzişî de
pileyên bilind bi dest xistibûn.
Hêjayî gotinê ye ku
Şamê di îlona 2025an de yekem çapa vê maratonê li dar xistibû ku li gorî
daxuyaniya Wezareta Werzişê، di wê demê de
nêzî 2500 kesî di navbera bezok û hezkiriyan de beşdarî kiribûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

