Êrîşên li ser Yemenê berdewam in û Siûdiyê hişyariyê dide welatiyan

Cîhan 01:32 PM - 2026-10-24
Dîmenê Êrîşan INA

Dîmenê Êrîşan

Êrîşên asmênî li ser çend navçeyên Yemenê hatin encamdan û ji ber hebûna îhtîmala metirsiyê li çend navçeyên Siûdiyê jî hişyariya pêşwext hate ragihandin.

Îro Şemiyê 24ê Cotmehê 2026an, medyayên ser bi Tevgera Ensarûllah a Husîyan ve ragihandin ku: Êrîşên asmênî li ser navçeyên cuda yên Yemenê hatine kirin ku navçeyên her du qezayên Kitaf, Beqe û Sehar ên li parêzgeha Seeda, ji xeynî qezaya Mexa ya li parêzgeha Teizê girtin ser xwe.

Saziyên ragihandinê da xuyakirin ku: Êrîşên asmênî du êrîş ji bo qezaya Kitaf û Beqeyê, sê êrîş ji bo qezaya Mexayê, sê êrîş ji bo rojhilatê Seeda yê û sê êrîşên din jî ji bo qezaya Seharê pêk anîne.

Li Siûdiyê jî, Parastina Sivîl hişyariya pêşwext li navçeyên Riyad, Necran û Wadi El-Dewasir ragihand, da ku ji metirsiyeke gengaz hişyar bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket