Serokkomar serdana rêkxerê giştî yê berê yê Tevgera Goran kir

Êraq 03:41 PM - 2026-10-24
Serokkomar Nîzar Amêdî û Omer Seyid Elî Serokatiya Komarê

Serokkomar Nîzar Amêdî û Omer Seyid Elî

Serokkomarê Îraqê, Nîzar Amêdî îro li bajarê Silêmaniyê serdana rêkxerê giştî yê berê yê Tevgera Goran, Omer Seyid Elî kir.

Di wê hevdîtinê de rewşa giştî ya welêt û Herêma Kurdistanê, pêşhateyên herî dawî yên siyasî yên navçe û cîhanê û aloziyên herî dawî yên Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Serokkomar rola Omer Seyid Elî di tevgera rizgarîxwaziya xelkê Kurdistanê de bilind nirxand, ku wekî yek ji têkoşerên dêrîn xizmeta doza rewa ya gelê xwe kiriye di xebata kurdayetiyê de.

Li hemberî vê yekê, Omer Seyid Elî kêfxweşiya xwe bi serdana Serokkomar re anî ziman û hêviya serkeftinê ji bo wî di erkên wî de xwest.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket