Şandeya Şingalê digel Parlemana Ewropa civiya

Kurdistan 04:48 PM - 2026-10-24
Şandeya Şingalê Ajans

Şandeya Şingalê

Şandeya Şingalê li bajarê Strasbourgê bi berpirsên Parlemana Ewropayê re civiya daku rewşa yasayî ya Êzidiyan, rewşa ewlehiyê ya li navçeyê û rizgarkirina dîlên ku di destê rêxistina DAIŞê de girtî ne, gotûbêj bikin.

Şandeya dîplomatîk ya Şingalê ku pêk hatibû ji Hevserokê Civata Gel ya Şingalê Azad Huseyn, endama Komîteya Komkujiyê Sare Şingalî, û siyasetmedar Feleknas Uca, serdana Parlemana Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê kir.

Şandeya Şingalê rewşa Êzidiyan û gefên ku li ser navçeyê ne gotûbêj kirin û bi nûnerên partî, kom û fraksiyonên cuda yên Parlemana Ewropayê re civiyan.

Şandeya Şingalê bi parlementerê Swêdî yê ji Partiya Çep Jonas Sjöstedt, parlementerê Awûstûryayî Andreas Schieder, parlementera ji Galyisayê Ana Miranda Paz, parlementera Alman Katrin Langensiepen, Martin Schirdewan û Özlem Alev Demirel re civiya.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket