Li Fransayê 410 hezar xwepêşander beşdarî xwepêşandanan bûne
Cîhan 08:25 PM - 2026-10-24
Reuters
Xwepêşandanên Fransa
Îro roja Şemiyê 24/10/2026, li Parîsê di navbera polîs û
xwepêşanderan de pevçûn derketin, di heman demê de Wezareta Navxwe ya Fransayê
ragihand ku, 410 hezar xwepêşander beşdarî xwepêşandanên civakî yên li
seranserê welat bûne û ji wan 110 hezar li Parîsê bûne.
Ev yek di demekê de bû ku tedbîrên tund ên ewlehiyê hatibûn
girtin da ku pêşî li dubarebûna bûyerên tevlîhevî û talanê yên dawiya heftiya
borî li Fransayê bê girtin.
Wezîrê Navxwe (Laurent Nunez) ragihand ku; heta êvarê
rayedaran 135 kes desteser kirine ku hinek ji wan di encama lêgerînên pêşwext
de hatine girtin û di dema lêgerînê de lîstikên agirîn, gogên hesinî û tiştên
din ên ku dikarin wekî çek bên bikaranîn hatine dîtin.
Hikûmetê 70 hezar endamên polîs û cendirmeyan di nava bajaran de bi cih kirin, ku ev yek 10
hezar ji hejmara ewlehiyê ya di xwepêşandanên 17ê Cotmehê de zêdetir e. Ew
xwepêşandan ji ber nerazîbûna li hember bilindbûna buhayên jiyanê û xizmetên
giştî yên xerab hatibûn destpêkirin û veguherîbûn hinek ji tevliheviyên herî
xirab ku welat di nava çend salên borî de dîtibû.
Civîna sereke ya li Parîsê bi rengekî aştiyane dest pê kir
berî ku pevçûn derkevin, di heman demê de polîsan li Lyonê ku sêyemîn bajarê
herî mezin ê Fransayê ye, gaza rondikrêj li ser girseyan reşand.
Serokê Çepgir yê Radîkal Jean-Luc Melenchon ku tevlî
xwepêşanderan bû, diyar kir ku rayedar dixebitin da ku kombûnan asteng bikin û
demên bidawîbûnê ferz bikin, ku ev yek ji bo rêxistinan zehmet dike ku rêzên
xwe ji nû ve sererast bikin.
Xwepêşandan bi aloziyên ku piştî bûyereke gulebaranê ya roja
Înê li rojavayê Parîsê pêk hatin re hevdem bûn; di encamê de kesek hat kuştin û
çar kesên din jî birîndar bûn, ku di nav wan de keçeke 12 salî jî hebûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

