Berdevkê Banka Navendî:Dolar digihîje Îraqê û nirxê wê dadikeve

Êraq 09:37 AM - 2026-10-25
 Banka Navendî ya Îraqê PUKMEDIA

Banka Navendî ya Îraqê

Berdevkê Banka Navendî ya Îraqê ragihand, hewldanên serokwezîr rolek hebûye di razîkirina Banka Federalî ya Amerîka de ji bo şandina dolara kaş, herwiha pêşbînî dike ku barkirina nû ya dolar bigihîje Îraqê ku mîqdara wê digihîje yek mîlyar dolarî û ew jî bihayê dînarî bilind dike.

Mehmûd Daxîr, Berdevkê Banka Navendî ya Îraqê ragihand ku tevger û hewldanên serokwezîrê Îraqê rolek çalak hebûye di razîkirina Banka Federalî ya Amerîka de ji bo berdewamîya şandina dolara kaş.

Her weha amaje bi wê yekê kir ku,niha bihayê barekî dolara kaş ku digihîje welêt, digihîje nêzîkî nîv mîlyar dolarî, zêdebûna wan barên dolarî jî aramî bazarrê bi hêztir dike û daxwaza li ser dolar kêm dike.

Di beşekî din yê axaftinên xwe de ew jî xiste rû ku, di dema pêş de em pêşbîniya gihîştina barkirineke nû ya dolara kaş dikin ji bo Îraqê ku dibe ku birê wê bigihîje yek mîlyar dolaran.

Di dawiyê de berdevkê Banka Navendî tekez li ser wê kir ku, zêdebûna xistina rû ya dolara kaş di bazaran de, dê bandoreke rasterast hebe û bibe sedema bilindbûna bihayê dînara Îraqî li hemberî dolar.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket