Raportek: Binpêkirinên mafên jinan li Sûriyê zêde bûne

Cîhan 01:05 PM - 2026-10-25
Binpêkirina mafên jinan li Sûriyê Ajans

Binpêkirina mafên jinan li Sûriyê

Sûriyê

Enstîtuya Navdewletî ya ji bo Azadiya Olî di raporteke berfireh de eşkere kir ku di qonaxa piştî ketina rêjîma Esed de li Sûriyê, binpêkirin, revandin û windakirina jin û keçên kêmîneyên olî bi awayekî berçav zêde bûne.

Raportê pişta xwe bi vekolîna bi dehan raportên rojnamegerî, mafên mirov û belgeyên Neteweyên Yekbûyî girêdaye ku di navbera salên 2025 û 2026an de hatine weşandin.

Her wiha tekez li ser hatiye kirin ku piraniya van binpêkirin û revandinan bi awayekî taybet jinên pêkhateya elewî li Sûriyê kirine armanc.

Di demekê de ku Sûriye di qonaxa veguhêz de ye, rêxistinên navdewletî yên mafên mirov digiraniya xwe li ser serhildana gefên olî û nebûna parastina pêwîst ji bo kêmîneyan tînin ziman.

Enstîtuya Navneteweyî ya Azadiya Olî saziyeke lêkolînê ya navneteweyî ye ku di sala 2007.an de hatiye damezrandin û azadiya ol û baweriyê û pirsgirêkên kêmneteweyên olî li çar aliyên cîhanê li ser bingehên  akademîk û yasayî ve lêkolîn dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket