Wezîrê Dadê yê Federal tekezî li ser vegerandina mafên Feyliyan dike
Êraq 04:21 PM - 2026-10-25
PUKMEDIA
Wezîrê Dadê
Wezîrê Dadê yê Federal helwesta hikûmetê ya neguhêr tekez
dike ji bo jêbirina hemû ew şopên xirab ên ku ji ber siyasetên tawankar ên rêjîma
berê hatine serê Kurdên Feylî.
Li gorî daxuyaniyekê ya Wezareta Dadê, îro 25/10/2026an, Dr.
Xalid Şiwanî Wezîrê Dadê û Serokê Lijneya Fermana Dîwanî ya hejmara (80) ya
sala 2026an, pêşwazî li şandeyeke Kurdên Feylî kir ku bi serokatiya Mahîr Reşîd
Emîndarê Giştî yê Bereya Feylî bû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê, di dema hevdîtinê de
gotûbêj li ser wan dosyayên ku bi dadweriyê ve girêdayî ne ji bo zarokên vê tiwêjê
û çareserkirina ew şopên ku ji ber siyasetên tawankar ên rêjîma berê li dijî
wan derketine holê, hat kirin.
Her di hevdîtinê de gotûbêj li ser çend pirs û pêşniyaran
hat kirin, ku bi rêya wan dadwerî ji bo Kurdên Feylî tê dabînkirin.
Di dawiyê de, Dr. Xalid Şiwanî tekez kir li ser helwesta
hikûmetê ya neguhêr li hember jêbirina hemû ew şopên xirab ên ku ji ber
siyasetên tawankar ên rejîma berê hatine serê endamên vê tebeqeyê. Herwiha
tekez kir li ser giringiya berdewamkariya hewldanan ji bo çareserkirina
dosyayên hilawîstî û xebatên li ser qerebûkirin û dadweriyê ji bo ziyanbîniyan,
bi awayekî ku vegerandina mafên wan û çespandina bingehên dadwerî û wekheviyê
mîsoger bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

