Xanim Şanaz û Îlham Ehmed: Divê ziman û çanda kurdî bê naskirin

Kurdistan 08:19 PM - 2026-10-25
Îlham Ehmed û Şanaz Îbrahîm PUKMEDIA

Îlham Ehmed û Şanaz Îbrahîm


Xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed, li ofîsa xwe ya taybet li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li siyasetmedara kurd Xanim Îlham Ehmed kir ji bo nêzîkkirina nêrînên siyasî û parastina mafên rewa yên gelê kurd.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û îdarî ya niha ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin, digel pêgeha kurd di hevsengiyên herêmî de û hewldanên ji bo çespandina mafên bingehîn di berjewendiya bidestxistina aramiya navçeyê de, her wiha mekanîzmayên pêşvebirina ezmûnên rêveberiyê û beşdariya çalak a jinan di nava siyasetê û saziyên dewletê de.

Di hevdîtina her du jinên siyasetmedarên kurd Xanim Şanaz û Xanim Îlham de, tekezî li ser wê yekê kirin ku divê ziman û çanda kurdî bê naskirin û kar ji bo çespandin û cîbicîkirina wan biryaran bê kirin ku li ser erdê hîn jî li bendê ne û pêwîstiya wan bi mekanîzmayeke zelal heye.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket