Parlamenterekî Yekîtiyê daxwaz dike ku sûcên Beis di perwerdeyê de bên naskirin

Kurdistan 09:46 PM - 2026-10-25
şehîd PUKMEDIA

şehîd

Parlamenterekî Yekîtîyê daxwaz dike ku tawanên Beisê li dijî Kurdan di perwerdeyê de bên naskirin
Endamekî fraksiyona Yekîtîyê daxwazeke fermî arasteyî Serokatiya Encumena Nûneran dike ji bo çavdaxistina pirtûkekî ya pola çarem a amadeyî, ji ber ku ti nîşanek tê de nîne ji bo tawanên Enfalê, kîmyabaranê Helebceyê û tawanên din ên rêjîma Beiê li dijî gelê Kurd.

Barako Şêrko Fatih Şiwanî, endamê fraksiyona Yekîtî di Encumena Nûnerên Îraqê de, ji malpera fermî ya Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: Di rûniştina îro de ku dikeve 25ê 10ê 2026an a Encumena Nûneran de, daxwaziyeke xwe arasteyî serokatîya encumenê kir derbarê wê pirtûkê de ku Wezareta Perwerdeyê ya Êraqê ji bo pola çarem a amadeyî derxistiye derbarê tawanên rêjîma Beisê ya hilweşiyayî, ku tê de ti amajek bi wan tawanan nehatiye kirin ku Partiya Beisê li dijî gelê Kurd kiriye.

Wî herwiha ragihand: Ji ber vê yekê me daxwaz kir ku çavdaxistin bi wê pirtûkê de bê kirin û tawanên Enfalê, kîmyabaranê Helebceyê û tawanên din ên li dijî gelê Kurd di dîrokê de bên bicihkirin û nifşên paşerojê dîrokê wekî xwe bixwînin.

Wî got jî: Cîhê amajeyê ye ku beşek ji serokfraksiyon û parlamenterên Kurd û Ereb hatin û piştgirîya daxwaziya me kirin.

 
PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket