Jinek Efrînî di dema hewldana gihîştina Yûnanê de fetisî

Kurdistan 09:16 AM - 2026-10-26
Koçkirî Nisrîn Îbrahîm Afrin Now

Koçkirî Nisrîn Îbrahîm

Rojavayê Kurdistanê

Jinek Efrînî di dema hewldana gihîştina Yûnanê bi riya deryayî de fetisî, lê heya niha tu zanyariyên piştrastkirî di derbarê dîroka bûyera xeniqandinê, cihê wê yê tam an jî hûrgiliyên wê de tune ne.

Jina bi navê Nisrîn Îbrahîm (40 salî) ji gundê Gorda yê bi ser navçeya Cindirêsê ya gundewarê Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê ve, di dema hewldana gihîştina Yûnanê de bi riya deryayê fetisî û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên ku malpera Efrîn Now , xizmên wê jinikê mirina wê ragihandin, di heman demê de malbata wê niha bi rayedarên Yûnanî re di nava peywendiyan de ye daku termê wê werbigire.

 Ev yek di demekê de ye ku heya niha tu zanyariyên piştrastkirî di derbarê dîroka bûyera xeniqandinê, cihê wê yê tam an jî hûrgiliyên wê de tune ne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket