Parlamentereka YNK: Xelkê Kerkûkê dikarin ji deynên bankî sûdmend bibin

Kurdistan 09:41 PM - 2026-11-10
Endama Encumena Nûnerên Îraqê Dîlan Xefûr Taybet

Endama Encumena Nûnerên Îraqê Dîlan Xefûr

Îro Lijneya Darayî ya Encumena Nûnerên Îraqê ligel bankên Reşîd û Rafîdeyn civiya û parlamentereka YNKê jî radigihîne: Me tekezî li ser sûdmendbûna xelkê Kerkûkê kir di wergirtina 5 milyon û 10 milyonan de wek deyn.

Endama Encumena Nûnerên Îraqê ser bi fraksiyona YNKê Dîlan Xefûr, di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIAyê re ragihand: Di civînê de me tekez kir li ser sûdmendbûna xelkê parêzgeha Kerkûkê ji hemû xizmetguzariyên darayî û bankî, bi taybetî pêdana deynê 5 milyon û 10 milyon dînarî ji aliyê wan her du bankan ve bo welatiyan û hêsankariya temam bo xelkê da ku bikaribin sûdmend bibin.

Her wiha got: Her welatiyekê di vê derbarê de astengî ji wan re çêbibin, bila me agahdar bikin, em ê bi lez bêne ser xetê bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî ew malbatên ku nexweşên wan hene bi nivîsarekê me agahdar bikin, emê wan bibine cem wezîr bo hêsankariya di dana deynan de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket