YNKê mercên xwe ji bo destpêkirina danûstandinan bi PDKê re datîne

Kurdistan 09:33 PM - 2026-11-21
Logoya herdu hizban PUKMEDIA

Logoya herdu hizban

Çavkaniyeke agahdar îro hûrgiliyên civîna ku di navbera herdu şandên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li baregeha Mekteba Siyasî ya YNK'ê li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, aşkere kir.

Çavkaniyê di daxuyaniyekê de ji bo ragihandina Yekîtiya Niştimanî got ku, civîn di ronahiya peyama Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Bafil Celal Talebanî de pêk hat, ku erêkirina hemû endamên Encumena Serkirdatiyê bi dest xistibû û bûbû nexşerêya Yekîtiya Niştimanî di danûstandinan de.

Wê çavkaniyê diyar jî kir ku şanda YNKê di civînê de mercên xwe yên pêşwext ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera her du aliyan de gihandine şanda PDKê û destnîşan kir ku Yekîtiya Niştimanî li benda bersiva Partiya Demokrat a derbarê wan mercan de ye.

Çavkaniyê her wiha got ku, di civînê de ji bilî mercên ku ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ve hatine pêşkêşkirin, ti mijareke din nehatiye gotûbêjkirin û her du alî neketine nav hûrgiliyên dosyayên din.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket