Qubad Talebanî li Kerkukê: Armanca YNKê xizmetkirina pêkhateyane bê cudahî

Kurdistan 03:33 PM - 2026-05-07
Qubad Talebanî Nivîsgeha rojnamevanî Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, berpirsê mekteba Serok Mam Celal, roja Pêncşemê 7ê Gulana 2026an serdana Kerkukê kir û bi Parêzgarê Kerkukê Mihemed Saman û Cîgirê Yekem ê Parêzgar Rêbwar Taha re civiya.

Di hevdîtinê de, Talebanî pîrozbahî li parêzgar kir û amadebûna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo piştgiriya rêveberiya nû ya Kerkukê di xizmetkirina hemû welatiyên parêzgehê de bêyî cudakarî anî ziman.

Serokê nivîsgeha Serok Mam Celal tekez kir ku "hilbijartina yekem parêzgar ji civaka Tirkmen di dîroka parêzgeha Kerkukê de bûyerek dîrokî ya girîng e", û geşbîniya xwe anî ziman ku ev yek dê rihê jiyana hevbeş di navbera hemû civakên parêzgehê de xurt bike.
 Qubad Talebanî diyar kir, "Yekîtiya Niştimanî serbilinde ku hilgirê ala jiyana hevbeşe û li dijî dûrxistina her komekê li Kerkukê rawestiyaye. Wî her wiha got, Armanca YNKê her tim ew bû ku Kerkûk ji aliyê hemû komên pêkhatî ve bi awayekî dadperwerane were birêvebirin. Parêzgar, an jî her berpirsekî din, bêyî ku paşxaneya wan çi be, divê bê cudahî xizmeta her kesî bike, ji ber ku her siyasetek dijî vê prensîbê dê sûdê nede parêzgehê û ne jî xelkê wê.

Talebanî bang li parêzgarê Kerkûk, cîgirê wî, encumena parêzgehê û hemû saziyan kir ku ji bo xizmeta Kerkûk hevrêziya xwe xurt bikin, û amadebûna YNKê ji bo pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyê di vî warî de dubare kir.

PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket