Asayîşa Herêmê girtina 2 terorîstên DAIŞê ragihand

Kurdistan 09:57 PM - 2026-07-28
Logoyên Dezgeha Asayîşa Herêma û Dezgeha Asayîşa Neteweyî ya Îraqê PUKMEDIA

Logoyên Dezgeha Asayîşa Herêma û Dezgeha Asayîşa Neteweyî ya Îraqê

Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê, bi hemahengiya Dezgeha Asayîşa Neteweyî ya Îraqê, du terorîstên DAIŞê LI sînorê parêzgeha Sulêmaniyê desteser kirin.

Li gorî daxuyaniyek ji Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, ku kopiyek jê ji PUKMEDIA re hat şandin, hat destnîşankirin ku Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê, bi hemahengiya digel Dezgeha Asayîşa Neteweyî ya Îraqê, li ser bingeha agahiyên hewalgirî, wan karî du terorîstên DAIŞê yên xwestî, li gorî Xala 4an a Yasaya Terorê, ku li herêma sînorî ya Parêzgeha Silêmaniyê veşartî bûn, girtin.

Li gorî taybetmendiyên cihê bûyerê û ji bo temamkirina rêkarên lêpirsînê, her du terorîst di 28ê Tîrmeha 2026an de radestî Dezgeha Asayîşa Neteweyî ya Îraqê hatin kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket