Latîf Nêrweyî: Serdemê zext û tohmetên ne di cih bi ser çûye

Kurdistan 09:51 PM - 2026-05-07
Latîf Nêrweyî PUKMEDIA

Latîf Nêrweyî

Latîf Nêrweyî bersiva Hêmin Hewramî dide û dibêje: Pêkanîna kabîneya hikûmeta Herêmê bi rêkeftinnameyê dibe, ne bi zextê.

Latîf Nêrweyî, endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), di peyamekê de bersiva Hêmin Hewramî dide û dibêje: Pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar û dadperwer bi rêkeftineke hevseng dibe, ne bi zexteke zêde, serdemê zextê jî bi ser çûye.
Ev bersiva Nêrweyî ji bo daxuyaniyeke Hêmin Hewramî ye ku tê de gotibû: Me guşareke zêde li Yekîtiyê kiriye ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê, her wiha Yekîtî bi derengxistina pêkanîna hikûmetê tohmetbar dike.

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiyê her wiha dibêje: Cenabê te dibêjî 'Me ji pişka xwe daye YNK û ew razî nînin, em jî dibêjin kursiyên me niha wek hev in û divê bi hevbeşî û wekhevî bên dabeşkirin, ne ku hûn pişkê bidin me.
Wî got jî: Hûn dibêjin em bi rêkeftina navbera Yekîtî û Neweya Nû nerazî ne û wê rêkeftinê kêşe çê kiriye, em dibêjin rêkeftin hevsengiyê bo Herêmê vedigerîne û li dijî tu aliyekî nîne. Vegerandina hevsengiyê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, lewma tohmetbarkirina Yekîtiyê bi derengxistina pêkanîna hikûmetê tohmeteke nelojîkî ye û serdemê wan tohmetên ne di cih de bi ser çûye.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket