Îlham Ehmed li Kobanê komîteya lêpirsînê radigihîne
Kurdistan 03:18 PM - 2026-09-14
ANHA
Îlham Ehmed li Kobanê
Hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham
Ehmed, di civîneke ku bi Cîgirê Parêzgarê Helebê (Elî Hinûra) û Rêveberê
Ewlehiyê yê Kobanê (Mecdedîn El-Şêx) re li navenda fermandariya ewlehiya
navxweyî ya bajar pêk anî, rewşa ewlekarî û îdarî ya bajarê Kobanê gotûbêj kirin.
Di civînê de, pêşveçûnên herî dawî yên li Kobanê û çend
dosyayên girêdayî rewşa ewlekarî û îdarî ya herêmê di nava geşedanên lezgîn ên
li herêmê de hatin nirxandin.
Îlham Ehmed di civînê de tekezî li ser avakirina komîteyeke lêpirsîn
û bidûvdeçûnê kir derbarê bûyerên ku li bajarê Kobanî qewimîn, bi taybetî
bûyerên ku li girtîgeha Kobanê çêbûn, û destnîşan kir ku divê tedbîrên pêwîst
bên girtin da ku dubarebûna rewşeke wiha bên astengkirin.
Her wiha Îlham Ehmed hêviya çareserbûna lezgîn ji birîndaran
û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest, û bang li şêniyên Kobanê kir ku bi
ruhê berpirsiyariyê tevlî merasîmên oxirkirina şehîdan bibin.
Hêjayî gotinê ye ku bajarê Kobanê roja Înê, piştî
xwepêşandaneke girseyî ku ji bo şermezarkirina şehadeta şervanê Wezareta
Parastinê ya Sûriyê (Sîpan Hiznî) hatibû lidarxistin, bû sedema aloziyeke
ewlekarî. Li pey wê çend ciwan hatibûn girtin, û paşê alozî li nava girtîgeha
bajêr derketin, piştî nûçeyên li ser veguhestina girtiyan bo Helebê; di encamê
de neh girtî jiyana xwe ji dest dan û 17 kesên din jî birîndar bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera geştên hewayî yên ku derbasî ser ezmanê Îraqê dibin 31% zêde bû ye
01:25 PM - 2026-10-11 -
Keşnasî: Barana sivik dibare û asîman wê ewrayî be
10:38 AM - 2026-10-11 -
Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin
04:58 PM - 2026-10-10 -
Karwana 5. ya koçberên Serê Kaniyê vedigerin warên xwe
02:31 PM - 2026-10-10
zêdetir tamaşe bike
Hejmara qurbanî û birîndarên êrişa firokexaneya Riyadê 300 kes derbas kir
09:29 AM - 2026-10-11
Qubad Talebanî: Niyeta cidî heye bo avakirina hikûmeta nû ya herêmê
04:23 PM - 2026-10-10
Xaneqînê yekem Festîvala xwe ya Xurma û Hunerên Gelêrî saz kir
03:38 PM - 2026-10-10
Qubad Talebanî: Rojane di karên xwe de sûd ji zîrekiya çêkirî werdigirim
01:54 PM - 2026-10-10
zortrin xwendraw
-
Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin
Kurdistan 04:58 PM - 2026-10-10 -
Karwana 5. ya koçberên Serê Kaniyê vedigerin warên xwe
Kurdistan 02:31 PM - 2026-10-10 -
Xaneqînê yekem Festîvala xwe ya Xurma û Hunerên Gelêrî saz kir
Kurdistan 03:38 PM - 2026-10-10 -
Qubad Talebanî: Rojane di karên xwe de sûd ji zîrekiya çêkirî werdigirim
Kurdistan 01:54 PM - 2026-10-10 -
Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana melbenda rêxistinî ya Silêmaniyê dike
Kurdistan 01:02 PM - 2026-10-10 -
Zanîngehên Rojava piştgîriya Tora Cîhanî ya Zanyaran bilind nirxand
Kurdistan 11:23 AM - 2026-10-10 -
Qubad Talebanî: Niyeta cidî heye bo avakirina hikûmeta nû ya herêmê
Kurdistan 04:23 PM - 2026-10-10 -
Keşnasî: Barana sivik dibare û asîman wê ewrayî be
Kurdistan 10:38 AM - 2026-10-11

.jpg)
.jpg)

.jpg)

Aplîkêşin

