Ji destpêka 2026.an ve zêdetirî 250 kes hatine revandin

Cîhan 05:45 PM - 2026-09-20
Revandina welatiyan li Sûriyê El Cezîre

Revandina welatiyan li Sûriyê

Komîteyên Parastina Azadiyên Demokratîk û Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku ji destpêka sala 2026’an ve zêdetir  250 kes hatine revandin; û bang li Komîteya Xaça Sor Ya Navneteweyî kir ku xwe bigihînin navendên girtinê û lêpirsînên derbarê girtinên bi darê zorê vekin.

Komîteyên Parastina Azadiyên Demokratîk û Mafên Mirovan li Sûriyê bi boneya Roja Qurbaniyên Revandina Bi Zorê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û ragihand ku ji destpêka sala 2026’an ve 257 kes hatine revandin her weha hêzên Îsraîlê jî 52 kes revandine.

Komîteyên Parastina Azadiyên Demokratîk û Mafên Mirovan bang li aliyên hikumî û ne-hikumî yên welatî revandine kir ku aqûbeta wan aşkera bikin û dev ji van kiryarên dermirovî yên ku binpêkirina aşkera ya maf û azadiyên bingehîn in berdin.

Komîteyan bang li Komîteya Xaça Sor Ya Navneteweyî û aliyên peywendîdar yên navneteweyî kir ku xwe bigihînin navendên girtinê û lêpirsînên derbarê girtinên bi darê zorê vekin û çarnivîsa girtî û revandiyan eşkera bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket