Wezareta Petrola Îraqê:Rojane 2.6 milyon bermîlên petrolê tê hinardekirin

Cîhan 03:58 PM - 2026-09-20
Hinardekirina Petrola Îraqê Wah

Hinardekirina Petrola Îraqê

Wezareta Petrolê ya Federal ragihand ku palavgehên neteweyî bi şiyana hilberînê ya tevahî kar dikin û tesîsên depokirina stratejîk ya sotemeniyê hatine organîzekirin, û her wiha got:Hinardekirina petrolê gihîştiye 2.6 milyon bermîl di rojê de.

Berdevkê Wezareta Petrolê Selîm Rukabî aşkere kuencamdana peymanên demdirêj yên ji bo dabînkirina Benzîna Muhesen û Mazotê armanc dikin ku daxwaza navxweyî bicîh bînin û depoyên stratejîk xurt bikin.

Berdevkê wezareta petrolê dazanîn ku ew plan dikin ku bi berfirehkirina palavgehên Dîwaniye û Meysanê şiyaba palavgehê zêde bikin.

Derbarê hinardekirinê jî; Berdevkê Wezareta Petrolê Selîm Rukabî got:Nêzîkî 2.4 milyon bermîl petrol dê bi riya başûrê welêt were hinardekirin, ku ji ber aloziyên herêmî û girtina Tengava Hurmuzê bandor lê kiriye.

Berdevkê wezareta petrolê ragihand ku nêzîkî 200 hezar bermîl dê bi riya benderên Herêma Kurdistanê werin hinardekirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket