Li Herêma Kurdistanê zengila sala nû ya xwendinê lêda

Kurdistan 09:14 AM - 2026-09-20
Xwendin li Herêmê dest pê kir PUKMEDIA

Xwendin li Herêmê dest pê kir

Perwerde

Sibeha îro yekşemê 20ê Îlona 2026an, li Herêma Kurdistanê zengila xwendinê ya sala nû lêket û zêdetirî mîlyonek û 750 hezar xwendekar berê xwe dan zêdetirî 7 hezar û 500 dibistanan, ku zêdetirî 150 hezar xwendekar ji wan di pola yekem a bingehîn de ne.

Ji bo sala nû ya xwendinê zêdetirî mîlyonek û 750 hezar xwendekar li Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û rêveberiyên serbixwe) di 7 hezar û 590 dibistanan de dest bi xwendinê dikin.

Li sînorê parêzgeha Hewlêrê nêzîkî nîv mîlyon xwendekar (500 hezar) li hezar û 632 dibistanan  îsal dest bi xwendinê dikin, li parêzgeha Silêmaniyê 410 hezar û 383 xwendekar di 1502 dibistanên hikûmî û ne hikûmî de dest bi demsala nû ya xwendinê dikin. Li parêzgeha Duhokê jî zêdetirî 426 hezar xwendekar dest bi xwendinê dikin, ku li 1.521 xwendigehên hikûmî û taybet hene. Derbarê parêzgeha Helebçeyê de jî, Îro li sînorê parêzgehê 28 hezar xwendekar di 146 xwendigehan de dest bi xwendinê dikin.

Li gorî salnameya Wezareta Perwerdeyê ji bo sala 2026-2027an, werza yekem a xwendinê di roja 20-09-2026an de dest pê dike û ji 72 rojên xwendinê pêk tê, werza duyem jî di roja 03-01-2027an de dest pê dike û maweya wê dê 89 roj be.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket