Di Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de şer û zîrekiya çêkirî tên gotûbêjkirin
Cîhan 10:40 AM - 2026-09-20
PUKMEDIA
Donald Trump, Serokê Amerîkayê û Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dest pê dike û şerên Rojhilata Navîn,
Ûkrayna û metirsiyên zîrekiya çêkirî dê bibin mijarên sereke yên gotûbêjên wê.
Biryare ku di 22ê Îlonê de, xula 81an a civîna giştî ya
Komela Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê dest pê bike
û di civînê de, ku ji bo duyemîn sal li ser hev bi serokatiya Donald Trump
Serokê Amerîkayê ve tê birêvebirin, nêzîkî 130 serok û serokwezîrên welatên
cîhanê beşdar bibin.
Qeyrana Rojhilata Navîn û qada navneteweyîTewereya sereke ya civînê dê li ser berdewamiya şerê di navbera Amerîka-Îsraîlê de li dijî Îranê be, ku bûye sedema bilindbûna zextê û nearamiya navçeyê, herwiha gefxwarina Hûsiyan li ser keştivaniyê li Deryaya Sor bûye sedema nîgeraniyan.
Di wê çarçoveyê de, biryar e ku Mesûd Pizîşkiyan Serokkomarê Îranê, di roja çarşemê de û Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê, di roja pêncşemê de gotarên xwe pêşkêş bikin. Li hemberî vê yekê, tevî ku Mehmûd Ebas Serokê Filîstînê ji ber redkirina vîzeyê ji aliyê Amerîkayê ve nikare beşdar bibe, lê Komela Giştî deng da ku bi vîdyoyê gotarê pêşkêş bike.
Metirsiyên zîrekiya çêkirî (AI)Pêşketinên lezgîn ên zîrekiya çêkirî û hişyariyên serokên teknolojiyê derbarê ji dest çûna kontrola vê teknolojiyê, bûye cihê girîngiya lûtkeyê. Antûnyo Gûtêrêş Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, daxwaza danîna sînor û pîvanên hevbeş kir ji bo pêşîgirtina li karesatên mezin. Li hemberî vê yekê, Donald Trump ew metirsî bi "nûçeyên nerast" pênase kir.
Di heman demê de biryare ku Sam Altman, Rêveberê Cîbicîkar ê kompaniya OpenAI, li Civata Asayişê li ser vê mijarê gotarekê pêşkêş bike.
Şerê ÛkraynayêDi pirsa Ûkraynayê de, Volodîmîr Zelenskî Serokê Ûkraynayê û Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê, beşdar dibin. Di demekê de ku Trump hewlên xwe yên berdewam dide ji bo bidawîanîna wî şerî, Gûtêrêş hişyarî da li ser bandora ambargoyên Deryaya Reş li ser ewlehiya xurek û aboriya cîhanî.
cihê balê ye ku Şî Cînpîng, Serokê Çînê, beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî nabe û biryar e ku di 24ê Îlonê de li Waşintonê bi Trump re bicive. Herwiha ev civîn di demekê de ye ku xula serokatiya Antûnyo Gûtêrêş di dawiya sala 2026an de diqede û pêvajoya hilbijartina cîgirê wî hîn bi rê ve diçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil pirsnameyek arasteya Wusta Resûl kir
05:25 PM - 2026-09-20 -
Wezareta Petrola Îraqê:Rojane 2.6 milyon bermîlên petrolê tê hinardekirin
03:58 PM - 2026-09-20 -
Civîna aborî ya Amerîka û Çînê li New Yorkê tê lidarxistin
11:22 AM - 2026-09-20 -
Di Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de şer û zîrekiya çêkirî tên gotûbêjkirin
10:40 AM - 2026-09-20
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:37 PM - 2026-09-20 Serok Bafil tekez dike ku YNK piştgiriya serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dike
Karwan Gezneyî: Yekîtî li ser sozên ku di dema hilbijartinan de daye gel bi sor e
07:34 PM - 2026-09-20
Ji destpêka 2026.an ve zêdetirî 250 kes hatine revandin
05:45 PM - 2026-09-20
Li gundewarê bajarê Dîmeşqê teqînekê rû da
04:54 PM - 2026-09-20
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dê bicive
03:25 PM - 2026-09-20
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil pirsnameyek arasteya Wusta Resûl kir
Kurdistan 05:25 PM - 2026-09-20 -
Wezareta Petrola Îraqê:Rojane 2.6 milyon bermîlên petrolê tê hinardekirin
Cîhan 03:58 PM - 2026-09-20 -
Civîna aborî ya Amerîka û Çînê li New Yorkê tê lidarxistin
Cîhan 11:22 AM - 2026-09-20 -
Di Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de şer û zîrekiya çêkirî tên gotûbêjkirin
Cîhan 10:40 AM - 2026-09-20 -
Ji destpêka 2026.an ve zêdetirî 250 kes hatine revandin
Cîhan 05:45 PM - 2026-09-20 -
Li gundewarê bajarê Dîmeşqê teqînekê rû da
Cîhan 04:54 PM - 2026-09-20 -
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dê bicive
news 03:25 PM - 2026-09-20 -
Li Herêma Kurdistanê zengila sala nû ya xwendinê lêda
Kurdistan 09:14 AM - 2026-09-20






Aplîkêşin

