Serok Bafil tekez dike ku YNK piştgiriya serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dike

Kurdistan 09:37 PM - 2026-09-20
Serok Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Debaşanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Îrman Topçu kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîran Qubad Talebanî jî amade bû, têkiliyên siyasî û aborî û rewşa giştî ya navçeyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya avêtina pêngavan bo têgihiştina li ser pirsgirêkên hevbeş kirin.

Di aliyekî din ê civînê de, herdû aliyan behsa xurtkirina têkiliyên du alî yên di warê veberhênan û bazirganiyê de kirin, li wir Serok Bafil Celal Talebanî spasiya xwe ji bo vekirina navenda dayîna vîzeya Tirkiyê li Silêmaniyê anî ziman û ew wekî derfeteke girîng bo xurtkirina hevkariya du alî bi nav kir.

Serok Bafil Celal Talebanî herwiha tekezî li ser piştevaniya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bo serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kir û got: YNKê hemû hewlên xwe daye da ku aramî pêk were û pirsgirêk bi awayekî bingehîn û bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket