Karwan Gezneyî: Yekîtî li ser sozên ku di dema hilbijartinan de daye gel bi sor e

Kurdistan 07:34 PM - 2026-09-20
Berdevkê YNK Karwan Geznayî PUKMEDIA

Berdevkê YNK Karwan Geznayî

YNK

Karwan Gezneyî, Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand: YNK li ser daxwazên xwe yên ji bo avakirina hikûmetê û wan sozên ku di dema hilbijartinan de dane gelê Herêma Kurdistanê bi sore û deriyê me yê diyalogê vekirî ye.

Yekîti cihê baweriya welatên cîran û cîhanê ye

Îro 20ê Îlona 2026an de, Karwan Gezneyî, Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand: Hefteya borî şandeya bilind a Yekîtiyê bi serokatiya Serok Bafil gihîşt Taranê û ji aliyê Serokkomarê Îranê, Serokê Parlamentoyê, Wezîrê Derve yê Îranê û berpirsên bilind ên ewlehiyê ve hate pêşwazîkirin. Ev jî nîşaneya wê rastiyê ye ku Yekîtî wekî hêzeke bi bandor li qada siyasî ya Îraqê roleke bi bandor û çalak dilîze û bûye cihê pêbaweriyê li ser asta welatên cîran û cîhanê.

Wî her wiha ragihand: YNK têkiliyeke xurt bi Komara Tirkiyeyê, welatên Kendavê, Brîtanya, Fransa û Amerîkayê re heye û armanca wê ew e ku têkiliyeke xurt a siyasî, navxweyî û herêmî hebe ji bo parastina ax û gelê Kurdistanê û van têkiliyên hevpar bixe xizmeta gelê me.

Deriyê danûstandinê yê Yekîtî vekirî ye

Derbarê avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî Karwan Gezneyî got: Yekîtiyê dixwaze kabîneya nû ya hikûmetê li ser bingeha hevsengiyê û hikûmeteke ku nûnertiya giştî aliyan û xelkê Kurdistanê bike bêyî cudakarî ava bike, di heman demê de Yekîtiyê li ser wan sozên ku di dema hilbijartinan de daye xelkê Herêma Kurdistanê bi sore û deriyê me yê gotûbêjê vekirî ye.


Ev jî xiste rû: Di heyama borî de Yekîtî wekî partiyek wêrek, camêr û bêhtir bi zanebûn dest bi guhertinên navxweyî kir û xwe ji bo qonaxa nû ya têkoşînê û xizmeta pirtir a xelkê Kurdistanê nû kir, her wiha guhertinên navxweyî yên Yekîtî bi rengekî erênî berdewam in û cih û pêgeha hemû endamên me parastî ye.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hevpeymaniya bi Newey Niwê re pabend e

Berdevkê Yekîtiyê her wiha ragihand: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi hevalbendiya xwe ya bi Nifşê Nû re pabend e û em berdewam in, ji ber ku serokê Yekîtiyê û partiya wî bi dost û neyaran re rastgo ne û siyaset li cem me tê wateya şefafiyetê di biryarê de û rastgohiyê di cîbicîkirina wê de, em tê digihîjin ku hin kes dixwazin pirsgirêkan ji bo wê hevalbendiyê çêbikin, lê belê baweriya me ya tam bi xwe, bi dostên xwe û bi taybetî bi Kak Şaswar û Tevgera Nifşê Nû re heye.

Karwan Gezneyî herwiha got: Di navbera cenabê Qubad Talebanî û cenabê Mesrûr Barzanî de civîneke erênî pêk hat, lê ti lihevkirinek tê de nehate kirin û behsa dabeşkirina post û pileyên kabîneya dehem a hikûmeta herêmê nehate kirin, ger lihevkirin çêbibe em ê eşkere bikin.

Karwan Gezneyî: Yekîtî li ser destê Mam Celal darêjerê projeya aştiyê bû

Ev jî diyar kir: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) mîrateke mezin a peywendiyên navneteweyî ji Serok Mam Celal jêre maye û niha jî di bin serokatiya Serok Bafil de peywendiyên me di asteke dilxweşker de ne.
Karwan Gezneyî her wiha ragihand: Yekîtî li ser destê Serok Mam Celal darêjerê pêvajoya aştiyê bûye û niha jî berdewamkerê wê rêbazê ne û em dixwazin ku pêvajo encameke baş ji bo xwîşk û birayên me yên li Bakurê Kurdistanê re hebe.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket