Macron: Li ser pêşxistina hevkariya bi Îraqê re dixebitin
Êraq 05:14 PM - 2026-09-14
WAA
Falih Zeydî û Macron
Serokwezîrê Îraqa Federal Elî Falih El-Zeydî, gihîşt Koşka
Serokatiya Fransayê (Elîze) û ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hate
pêşwazîkirin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro roja Duşemê ji
Serokwezîr re piştrast kir ku pêşxistina hevkariya parastinê û ewlehiyê bi Îraqê
re tê wateya berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê bi hev re.
Macron got: "Hilbijartina Fransayê wekî rawestgeha
yekem ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve di gera xwe ya Ewropî de, hilbijartineke
girîng e ku şiyana Fransayê ya lîstina roleke hevseng nîşan dide."
Her weha anî ziman ku "karê ji bo îstiqrara herêmê tê
wateya parastina berjewendiyên gelê Fransayê", û da xuyakirin ku
"misogerbûna dabînkirina enerjiya me bi rêya kêmkirina aloziyê û
pêşxistina rêyên alternatîf ji bo Tengava Hurmizê dê zexta li ser bihayên
sotemeniyê kêm bike."
Macron wiha domand: "Pêşxistina hevkariya me di warê
parastinê û ewlehiyê de bi hevkarên me re tê wateya berdewamkirina têkoşîna
bêeman li dijî terorê bi hev re," û tekez kir ku "dîplomasiya me ji
bo vê armancê jî dixebite, bi rêya parastina hêza kirînê ya Fransiyan bi
rengekî berbiçav û misogerkirina ewlehiya wane."
Elî Zeydî dê di gera xwe ya derve de bi Serokê Fransayê
Emmanuel Macron û Serokê Almanyayê Friedrich Merz re bicive, ku tê de dê komek
dosye û pirsên herêmî û navneteweyî yên xwedî berjewendiya hevbeş werin gotûbêj
kirin.
Her wiha di serdanê de dê çend yadaştnameyên têgihiştinê di
warên enerjî, ewlehî, veguhestin, perwerde û çandê de bên îmzekirin, bi armanca
xurtkirina pira hevkariyê û bihêzkirina peywendiyên duqûlî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera geştên hewayî yên ku derbasî ser ezmanê Îraqê dibin 31% zêde bû ye
01:25 PM - 2026-10-11 -
Keşnasî: Barana sivik dibare û asîman wê ewrayî be
10:38 AM - 2026-10-11 -
Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin
04:58 PM - 2026-10-10 -
Karwana 5. ya koçberên Serê Kaniyê vedigerin warên xwe
02:31 PM - 2026-10-10
zêdetir tamaşe bike
Hejmara qurbanî û birîndarên êrişa firokexaneya Riyadê 300 kes derbas kir
09:29 AM - 2026-10-11
Qubad Talebanî: Niyeta cidî heye bo avakirina hikûmeta nû ya herêmê
04:23 PM - 2026-10-10
Xaneqînê yekem Festîvala xwe ya Xurma û Hunerên Gelêrî saz kir
03:38 PM - 2026-10-10
Qubad Talebanî: Rojane di karên xwe de sûd ji zîrekiya çêkirî werdigirim
01:54 PM - 2026-10-10
zortrin xwendraw
-
Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin
Kurdistan 04:58 PM - 2026-10-10 -
Karwana 5. ya koçberên Serê Kaniyê vedigerin warên xwe
Kurdistan 02:31 PM - 2026-10-10 -
Xaneqînê yekem Festîvala xwe ya Xurma û Hunerên Gelêrî saz kir
Kurdistan 03:38 PM - 2026-10-10 -
Qubad Talebanî: Rojane di karên xwe de sûd ji zîrekiya çêkirî werdigirim
Kurdistan 01:54 PM - 2026-10-10 -
Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana melbenda rêxistinî ya Silêmaniyê dike
Kurdistan 01:02 PM - 2026-10-10 -
Zanîngehên Rojava piştgîriya Tora Cîhanî ya Zanyaran bilind nirxand
Kurdistan 11:23 AM - 2026-10-10 -
Qubad Talebanî: Niyeta cidî heye bo avakirina hikûmeta nû ya herêmê
Kurdistan 04:23 PM - 2026-10-10 -
Keşnasî: Barana sivik dibare û asîman wê ewrayî be
Kurdistan 10:38 AM - 2026-10-11

.jpg)
.jpg)

.jpg)

Aplîkêşin

