Serok Bafil û Mamoste Elî Bapîr tekezî li siyaseteke nîştimanî kirin

Kurdistan 05:32 PM - 2026-09-14
Civîna Serok Bafil û Mamosta Elî Bapîr Nûsîngeha Ragihandina Serok Bafil

Civîna Serok Bafil û Mamosta Elî Bapîr

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, li Debaşan pêşwazî li Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Mamoste Elî Bapîr, kir.

Di hevdîtinê de ku bi amadebûna hêjmarek endamên mekteba siyasî ya her du aliyan ve bi rê ve çû, guherînên siyasî yên dawî yên Herêma Kurdistanê, Îraq û navçeyê hatin gotûbêj kirin û tekezî li ser xurtkirina peywendiyên di navbera YNKê û Komelê de hat kirin, bi armanca xizmetkirineke zêdetir ji bo xelkê.

Mijara jiyana û jiyara rojane ya welatiyan hate behskirin û her du aliyan dubare kirin ku pêwîst e hikûmet gavên kiryarî û lezgîn ji bo çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan biavêje.

Derbarê aloziyên navçeyê de, Bafil Celal Talebanî û Mamoste Elî Bapîr tekezî li ser peyrewkirina siyaseteke nîştimanî û berpirsiyarane kirin, bi awayekî ku Herêma Kurdistanê bibe beşek ji çareseriyê da ku ji encamên neyînî parastî be.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket