Qubad Talebanî û karbidestê Balyozxana Amerîka tekezî li çareserkirina nakokiyan dikin
Kurdistan 07:55 PM - 2026-09-14
Nûsîngeha Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û karbidestê Balyozxana Amerîka
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li Balyoz Steven Fagin, Kargêrê Karên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê kir û bi hev re rewşa
siyasî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê û çend pirsên din ên cihê girîngiya her du
aliyan gotûbêj kirin.
Di destpêka civînê de ku roja Duşemê (14/9/2026) li Hewlêrê
birêve çû, Qubad Talebanî kêfxweşiya xwe derbirî ku Balyoz Steven Fagin careke
din vegeriyaye Îraqê û Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê ji re xwest di vî
erka nû de.
Di tewerekî civînê de behsa rewşa siyasî ya navxweyî ya
Herêma Kurdistanê hat kirin, her du alî li ser pêwîstiya çareserkirina lezgîn a
nakokiyan û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêmê hemfikir bûn.
Her wiha tekezî li ser karkirina pêkveyî yê hemû aliyan
kirin ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji her cure gef û metirsiyeke ku ji ber
aloziyên navçeyê rûbirûyî herêmê bibe.
Derbarê pirsa petrol û gazê de jî, Qubad Talebanî amaje bi
girîngiya çareserkirina nakokiyên di navbera herêmê û Bexdayê de kir û zelal
kir ku pêşîniya Herêma Kurdistanê dabînkirina pêdiviyên navxwe ye û paşê hinardekirina
wê ye.
Di beşeke din a civînê de behsa rewşa Îraqê hat kirin, di vî
warî de jî her du alî li ser pêwîstiya piştgiriya hikûmeta Îraqê û pêngavên
Serokwezîr bo çespandina serweriya yasayê û dûrxistina Îraqê ji aloziyên
navçeyê hemfikir bûn.
Her wiha tekezî li ser xurtirkirina peywendiyên di navbera
herêm û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkan li gorî destûrê û hemahengî û pêkve
karkirina her du hikûmetên herêmê û Bexdayê hat kirin ji bo baştirkirina rewşa
xizmetguzariyan û gav avêtin ber bi geşepêdana aborî ya Îraqê ve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil pirsnameyek arasteya Wusta Resûl kir
05:25 PM - 2026-09-20 -
Wezareta Petrola Îraqê:Rojane 2.6 milyon bermîlên petrolê tê hinardekirin
03:58 PM - 2026-09-20 -
Civîna aborî ya Amerîka û Çînê li New Yorkê tê lidarxistin
11:22 AM - 2026-09-20 -
Di Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de şer û zîrekiya çêkirî tên gotûbêjkirin
10:40 AM - 2026-09-20
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:37 PM - 2026-09-20 Serok Bafil tekez dike ku YNK piştgiriya serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dike
Karwan Gezneyî: Yekîtî li ser sozên ku di dema hilbijartinan de daye gel bi sor e
07:34 PM - 2026-09-20
Ji destpêka 2026.an ve zêdetirî 250 kes hatine revandin
05:45 PM - 2026-09-20
Li gundewarê bajarê Dîmeşqê teqînekê rû da
04:54 PM - 2026-09-20
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dê bicive
03:25 PM - 2026-09-20
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil pirsnameyek arasteya Wusta Resûl kir
Kurdistan 05:25 PM - 2026-09-20 -
Wezareta Petrola Îraqê:Rojane 2.6 milyon bermîlên petrolê tê hinardekirin
Cîhan 03:58 PM - 2026-09-20 -
Civîna aborî ya Amerîka û Çînê li New Yorkê tê lidarxistin
Cîhan 11:22 AM - 2026-09-20 -
Di Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de şer û zîrekiya çêkirî tên gotûbêjkirin
Cîhan 10:40 AM - 2026-09-20 -
Ji destpêka 2026.an ve zêdetirî 250 kes hatine revandin
Cîhan 05:45 PM - 2026-09-20 -
Li gundewarê bajarê Dîmeşqê teqînekê rû da
Cîhan 04:54 PM - 2026-09-20 -
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dê bicive
news 03:25 PM - 2026-09-20 -
Li Herêma Kurdistanê zengila sala nû ya xwendinê lêda
Kurdistan 09:14 AM - 2026-09-20






Aplîkêşin

