Îraq û Fransa çendîn peymanên stratejîk îmze dikin
Êraq 08:21 PM - 2026-09-14
Nûsîngeha Ragihandina Serokwezîrê Îraqê
Merasîma Îmzakirina Peymanan
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Parîsê, bi Serokê Fransayê
Emmanuel Macron, serpereştiya îmzekirina şeş peyman û yadaştek têgihiştinê kir
ku warên enerjî, aborî, kareba, leşkerî, xwendin û çandê li xwe digirin.
Li gorî daxuyaniya hevpar a her du aliyan, di warê leşkerî û
ewlehiyê de her du aliyan li ser berdewamiya hevkariyan piştî bidawîbûna erka
Hevpeymaniya Navdewletî li hev kirin, di nav de parastina sînor û dabînkirina
serweriya axa Îraqê.
Her wiha Wezareta Parastinê ya Îraqê bi kompanyaya Fransî ya
bi navê "HARMATTAN AI" re li ser sîstema berevaniya asmanî peymanek
îmze kir, ji bilî vê yekê bi kompanyayên Fransî re li ser kirîna sîstema li
dijî dronan, topavêj û çavdêriyê gihîştin têgihiştinê.
Di warê aborî û enerjiyê de, hikûmeta Îraqê û kompanyaya (TotalEnergies)
yadaşteke têgihiştinê ji bo cîbicîkirina çend projeyên nû yên neft û ceyranê
îmze kirin.
Di heman demê de di civîna 50 nûnerên kompanyayên mezin ên Fransayê
de li Forumê Aborî yê Parîsê, Ajansa Pêşxistinê ya Fransayê (AFD) sozên xwe yên
piştgiriya darayî ji bo Îraqê nû kirin, û têgihiştinek jî di warê veguhastina
asmanî de di navbera her du welatan de hat îmzekirin.
Di çarçoveya peymanan de, Parîsê piştgiriya xwe ji bo
pêşxistina sînemaya neteweyî ya Îraqê û parastina şûnwaran ragihand, bi taybetî
piştî vekirina Mûzexaneya Mûsilê bi hevahengiya bi Mûzexaneya Louvre re.
Di heman demê de di warê xwendinê de, her du aliyan li ser
berfirehkirina lîsteya zanîngehên Fransî ji bo xwendekarên şandî yên Îraqê û
pêşxistina lêkolînên îstîxbarata çêkirî (jîriyê destkar) li hev kirin.
Di dawiyê de, Serokwezîrê Îraqê pesna hikûmeta Fransayê da
ji ber vekirina nexweşxaneya Şingalê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Şanda Bakurê Kurdistanê digel parêzgarê Hesekê civiya
02:25 PM - 2026-10-11 -
Tevgera geştên hewayî yên ku derbasî ser ezmanê Îraqê dibin 31% zêde bû ye
01:25 PM - 2026-10-11 -
Keşnasî: Barana sivik dibare û asîman wê ewrayî be
10:38 AM - 2026-10-11 -
Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin
04:58 PM - 2026-10-10
zêdetir tamaşe bike
Hejmara qurbanî û birîndarên êrişa firokexaneya Riyadê 300 kes derbas kir
09:29 AM - 2026-10-11
Qubad Talebanî: Niyeta cidî heye bo avakirina hikûmeta nû ya herêmê
04:23 PM - 2026-10-10
Xaneqînê yekem Festîvala xwe ya Xurma û Hunerên Gelêrî saz kir
03:38 PM - 2026-10-10
Qubad Talebanî: Rojane di karên xwe de sûd ji zîrekiya çêkirî werdigirim
01:54 PM - 2026-10-10
zortrin xwendraw
-
Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin
Kurdistan 04:58 PM - 2026-10-10 -
Karwana 5. ya koçberên Serê Kaniyê vedigerin warên xwe
Kurdistan 02:31 PM - 2026-10-10 -
Xaneqînê yekem Festîvala xwe ya Xurma û Hunerên Gelêrî saz kir
Kurdistan 03:38 PM - 2026-10-10 -
Qubad Talebanî: Rojane di karên xwe de sûd ji zîrekiya çêkirî werdigirim
Kurdistan 01:54 PM - 2026-10-10 -
Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana melbenda rêxistinî ya Silêmaniyê dike
Kurdistan 01:02 PM - 2026-10-10 -
Qubad Talebanî: Niyeta cidî heye bo avakirina hikûmeta nû ya herêmê
Kurdistan 04:23 PM - 2026-10-10 -
Keşnasî: Barana sivik dibare û asîman wê ewrayî be
Kurdistan 10:38 AM - 2026-10-11 -
Şanda Bakurê Kurdistanê digel parêzgarê Hesekê civiya
Kurdistan 02:25 PM - 2026-10-11

.jpg)
.jpg)

.jpg)

Aplîkêşin

