Hejmara qurbanî û birîndarên êrişa firokexaneya Riyadê 300 kes derbas kir

Cîhan 09:29 AM - 2026-10-11
Êrîşa firokexaneyê li Riyadê Ajans

Êrîşa firokexaneyê li Riyadê

Ji ber êrişa duh ya Hûsiyan a ser Firokexaneya Navneteweyî ya Riyadê li Siûdiyê, hate eşkerekirin ku hejmara kuştî û birîndaran derbasî 300 kesan bûye.

Li gorî agahiyên ajansên cîhanî, hatiye ragihandin: Piştî ku duh bi çend mûşekên balîstîk êriş hat kirin ser Firokexaneya Navneteweyî ya Riyadê li Siûdiyê, amar nîşan didin ku herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 309 kesên din jî birîndar bûne.

Di heman demê de, Desteya Firokewaniya Sivîl a Siûdiyê jî eşkere kir ku êriş bêyî ti hişyariyeke pêşwext qewimiye û di nava kuştiyan de çar welatiyên Siûdî, du Bangladeşî, û welatiyên welatên Amerîka, Urdun, Filistîn, Sûriye, Sûdan û Misrê hene.

Her wiha tê gotin: Hemû geştên ezmanî yên firokexaneyê ku xizmeta heşt milyon welatiyan dike, bi temamî hatine rawestandin û arasteya firokeyan hatiye guhertin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket